Du partiyên Tirkmenî li Kerkûkê lihevkirina Hotêla Reşîd red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Du aliyên siyasî yên Tirkmen li bajarê Kerkûkê di ragehandineke hevpar de bêgunehiya xwe ji lihevkirina "Hotêla Reşîdê" ragihand û tekez li ser rewatiya hilbijartinan kir.
Partiya Yekîtiya Tirkmenî ya Iraqî û Partiya Şirûqê ya Tirkmenî li Kerkûkê îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) di ragehandineke hevpar de helwesta xwe ya li dijî lihevkirina Hotêla Reşîdê ragihand.
Di ragehandina wan de hatiye: "Em ligel sîstema geh û doranê ya posta Parêzgarê Kerkûkê ji bo Eniya Tirkmenî yan her aliyeke din nînin. Herwesa em piştgiriya vê lihevkirinê nakin, ku di odeyên tarî de hatiye kirin, herwiha em bi tundî red dikin."
Wan her du partiyên Tirkmenî Kerkûk wekî bajarekî Kurdistanî bi nav kiriye û amaje bi wê yekê kiriye ku, divê birêvebirina wî bajarî li gorî rewatiya hilbijartinan û dengê xelkê resen ê Kerkûkê be, ne ku li gorî lihevkirina siyasî ya aliyan.
Ev helwest di demekê de ye ku, hevrikiyeke siyasî ya kûr li ser posta Parêzgarê Kerkûkê û parvekirina deselatên Kerkûkê di navbera pêkhateyên cuda cuda de berdewam e.
Herwesa li gorî lihevkirineke YNKê ligel çend aliyên din ên wî bajarî ku bi awayekî nehênî û di odeyên tarî de hatiye kirin, biryar e ku posta Parêzgarê Kerkûkê ku pişka Kurdan e heta dawiya îsal bi Eniya Tirkmenî û piştre jî bidin kesekî Ereb ji nav aliyên Erebî yên wî bajarî.