Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê tevlî Korbenda Antalyayê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi merema tevlîbûna di Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de gihîşt Tirkiyeyê û biryar e di çarçoveya korbendê de hejmareke hevdîtinên girîng ligel serkirde û berpirsên payebilind ên cîhanê bike.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Ji bo tevlîbûna di Korbenda Salane ya Antalyayê li Tirkiyeyê de, êvara îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî gihîşt Antalyayê.”
Malpera navbirî herwesa got, “Serok Nêçîrvan Barzanî di dema rojên vê korbendê de dê gelek hevdîtin û civînan ligel serkirde û berpirsên bilind ên welatan û pişkdarên wê korbendê li ser rewşa deverê û çend mijarên din ên ji bo her du aliyan girîng bike.”
Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê her sal bi beşdariya serokên dewletan, wezîrên derve û dîplomatên payebilind ên cîhanî tê lidarxistin. Tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê korbendê de nîşana pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ye di nexşeya dîplomasiya deverê de.
Ev korbend di demekê de tê lidarxistin ku dever bi gelek guhertinên siyasî û aborî re rûbirû ye; lewma hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Antalyayê ji bo bihêzkirina peywendiyên Hewlêrê ligel paytextên cîhanê û nîqaşkirina tenahiya deverê wekî derfeteke giring tên dîtin. Di salên borî de jî, Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vê korbendê hatibû pêşwazîkirin.