Bi tometa bangeşeya PKKê cezayê zindanê li Îbrahîm Guçlu hat birîn

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Cezayê Giran a 5. Ya Diyarbekirê ji bo parêzer Îbrahîm Guçlu bi tometa ku bangeşeya PKKê kiriye 1 sal 6 meh û 22 roj cezayê zindanê birrî. Îbrahîm Guçlu da zanîn ku hesabê wî yê medyaya civakî hatibû dizîn û kesên hesabê wî dizîbûn jî parvekirinên bangeşeya PKKê parve kiribûn û dadgehê jî li ser wan parvekirinan doz li wî vekiribûn.

Ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5. Ya Diyarbekirê ve ji bo Parêzer Îbrahîm Guçlu bi tometa ku bangeşeya PKKê kiriye cezayê zindanê hat birrîn. Di runiştina dozê de Îbrahîm Guçlu di parastina xwe de got: “Ez ji sala 1967an ve doza azadiya miletê Kurd dimeşînim û ev ji bo min serbilindî ye û ji ber vê di girtîgehê de mame û rastî nefîbûnê hatime.”

Îbrahîm Guçlu herwesa got: “Hûn dikarin ji ber daxwaza azadiya Kurdistanê dozê li min bidin vekirin, lê eger bi tometa bangeşeya PKKê hûn min tawanbar bikin, ev yek ji bo min cihê şermê ye. PKK rêxistina dewletê ye û niha bi dewletê re kar dike û ji ber ku em dijî PKKê ne hûn dixwazin me têk bibin û ji ber wê van dozan didin vekirin.”

Îbrahîm Guçlu herwesa da zanîn ku hesabê wî yê medyaya civakî ji aliyê hinek kesan ve hatibû dizîn û di wê demê de kesên ku hesabê wî dizîbûn li ser navê wî parvekirinên wisa kiribûn ku hem bangeşeya PKKê tê de hebû û hem jî Îbrahîm Guçlu ji ber dijberiya xwe ya PKKê rexne li xwe dikir.

Îbrahîm Guçlu dibêje ku dadgehê jî ew parvekirin wek firsendekê dîtine û demlidest doz li wî vekiriye. Îbrahîm Guçlu dibêje ku dadgeh baş dizane ku ew parvekirin ne ji aliyê wî ve hatine kirin lê li gel vê yekê dîsa jî 1 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hatiye birrîn.