Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera pirsa Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokkomarê Sûriyeyê civiya. Di wê civîna dîrokî de, pirsên aborî, rewşa pêkhateyan û lihevkirinên siyasî yên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî hatin nîqaşkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir û tê de got: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîvroya îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de ligel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera civiya.”

Di wê civînê de, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Sûriyeyê bi taybetî di warên aborî û bazirganiyê de, pêşhatên dawiyê yên deverê û encamên şer hatin nîqaşkirin. Her du alî li ser pêdivîtiya hevkariya herêmî ji bo rêgirtina li gefên li ser aramî û tenahiyê hevnêrîn bûn.

Rewşa Sûriyeyê, Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bû; ku tê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Şera û Hikûmeta Sûriyeyê kir ji ber pêngavan û bizavên çareserkirina arêşeyan û lihevkirina ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Ehmed Şera jî ji aliyê xwe ve spasiya bizav û rola Nêçîrvan Barzanî û serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber xemxwerî, hevkarî û piştgiriya wan ji bo aştiyê û çareserkirina arêşeyan.

Ev hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera de di demekê de ye ku, Sûriye di qonaxeke nû ya veguhertina siyasî de derbaz dibe. Piştî salên dirêj ên şer û aloziyan, bizavên ji bo gihîştina bi lihevkirinên navxweyî di navbera hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî de zêde bûne.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Şamê de her tim bandoreke rasterast li ser aramiya herêmî û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê heye. Serokatiya Herêma Kurdistanê di demên borî de roleke sereke ya navbeynkariyê lîstiye daku aliyên Kurdî û Hikûmeta Sûriyeyê bigihîjin xaleke hevpar ji bo parastina mafên pêkhateyan û rûbirûbûna gefên ewlehiyê. Ev bizavên dîplomatîk wekî pêngavên stratejîk tên dîtin, ji bo xurtkirina peywendiyên aborî û misogerkirina aştiyeke herdemî li deverê.