Sînemaya Kurdî li Stenbolê: "Strana Axê" bala temaşevanan kişand

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Fîlman a Stenbolê bi nûmayîşkirina fîlmên Kurdî berdewam e. Her sal hejmara fîlmên Kurdî di vê festîvalê de zêde dibin ku yek ji wan fîlma “Strana Axê” ye. Fîlm behsa çîroka bizîşkeka Kurd dike ku çawa rûbirûyê nehêniyên malbata xwe bûye. Vê rolê lîstîkvana diyar a cîhanî Dîlan Gwyn dileyiz e ku Dîlan pêştir di fîlmên Hollywoodê de jî leyîstiye û bavê wê şoreşgerekî navdar ê bakurê Kurdistanê bû û pêwendiyeke bihêz a malabata wê bi Tevgera Rizgarîxwaz û Niştimanî ya başûrê Kurdistanê re hebû. 

45. Festîvala Fîlman a Stenbolê bi nûmayîşkirina fîlmên Kurdî jî berdewam e ku yek ji wan Strana Axê ye. Fîlm, behsa çîroka bizîşkeka Kurd a bi navê Rojîn a di zaroktiya xwe de penaberê Fînlandayê bûye dike û di fîlmê de nehêniyên di derheqê malbata wê de eşkere dibin. 

Derhêner Erol Mîntaş ji Kurdistan24ê re got: “Rola Rojînê lîstîkvana diyar a cîhanî Dîlan Kotan Gwyn dileyize ku malbata wê jî xwediyê heman çîrokê ye. Lewra bavê wê Orhan Kotan ku siyasetmedar û şoreşgerek diyar ê bakurê Kurdistanê bû û ji ber vê yekê di salên 1980î de neçar mabû derkeve Ewropayê û her du mamên wê li girtîxaneya Diyarbekirê hatibûn êşkencekirin.”

Lîstîkvan Dîlan Gwyn Kotan dibêje: “Mijara fîlmê ji bo min gelek girîng bû. Bi taybetî jî ev travmaya kollektîf a malbatên Kurdan ku li Ewropayê bûne penaber. Me dixwest em rola xwe baş bileyizin û wê travmayê baş pîşan bidin. Di Xwîşkên Şervan de rola min jineka Êzîdî bû. Ev her du rol gelek ji hev cûda bûn û ez di wê rolê de di nava şerî de bûm. Girîng e ku em behsa bûyerên ku bi ser Kurdan de hatine bi riya sînemayê pîşanî cîhanê bidin.”

Heyranên sînameyê jî keyfxweşbûn ku fîlmên Kurdî di festîvalê de tên nûmayîşkirin. 

Sînameger Cansu Mert got: “Fîlma Erol Mîntaşî ya borî Kilama Dayika min jî pir xweş bû, ev jî gelek baş çêbûye. Bandoreke bihêz li ser min kir bi rastî. Êşkenceyên li girtîxaneya Diyarbekirê jî baş hatibûn behskirin. Destxweşiyê li wan dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Piştî fîlma Kilama Dayika Min ev e duyem fîlma metrajdirêj a erol Mîntaşî ye. Festîval dê heta 19ê Nîsanê berdewam be.