Îranê careke din Tengava Hurmizê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha "Xatemul-Enbiya" ya ser bi Pasdarên Îranê ve ragihand, wan Tengava Hurmizê ya stratejîk careke din girtiye û Amerîkayê bi "şikandina sozan" û "çetetiya deryayî" tawanbar kir.

Berdevkê Baregeha "Xatemul-Enbiya" Îbrahîm Zulfeqarî, îro 18ê Nîsanê ragihand, kontrola Tengava Hurmizê vegeriya rewşa berê û hêzên çekdar ên Îranê bi tundî çavdêriya vê devera stratejîk dikin.

Zulfeqarî destnîşan kir, wan berê li ser bingeha "niyeta baş" û danûstandinan rê dabû ku hejmareke sînorkirî ya keştiyên bazirganî û petrolê di bin çavdêriyê de derbas bibin. Lê belê, Zulfeqarî got: "Amerîkayê wek her car sozên xwe şikandin û bi navê ambargoyê berdewam e li ser çetetiya deryayî ya li dijî welatê me. Ji ber vê yekê, me biryar da ku tengavê bi temamî bigirin."

Ev biryara fermandariya leşkerî ya Îranê di demekê de tê, duh Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihandibû, hevdem ligel agirbesta li Libnanê, Tengava Hurmizê dê bi temamî bi rûyê hemû keştiyên bazirganî de vekirî be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniyên Araqçî di peyamekê de li ser tora civakî ya "Truth Social" spasiya rayedarên Îranê kiribû ku tengav vekirine. Trump di peyama xwe de navê "Tengava Îranê" li wê tengavê kiribû.