Serok Barzanî pîrozbahî li Emar Hekîm kir

Serok Barzanî û Emar Hekîm
Serok Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pîrozbahî li Emar Hekîm kir, bi helkefta dubare hilbijartina wî wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê, û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Serok Mesûd Barzanî duhî (Şemî, 18ê Nîsana 2026ê) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emar Hekîm kir, ku dubare wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê hatiye hilbijartin.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê nivîsandiye: "Ez pîrozbahiyê li te dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê ji te re dixwazim."

Ev peyama Serok Barzanî di demekê de ye ku Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê di civîna xwe ya dawiyê de bi yekdengî bawerî da Emar Hekîm daku careke din jî serkirdetiya wê tevgerê werbigire.

Emar Hekîm yek ji kesatiyên siyasî yên diyar ên Iraqê ye û peywendiyeke dîrokî û dêrîn ligel serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê û Serok Barzanî heye.