Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Emar Hekîm kir

Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm
Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Emar Hekîm kir, ku dubare wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê hatiye hilbijartin, û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wî re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 18ê Nîsana 2026ê) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emar Hekîm kir, ku dubare wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê hatiye hilbijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: "Cenabê Emar Hekîm, bi helkefta dubare hilbijartina we wekî Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî, em germtirîn pîrozbahî arasteyî we dikin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de amaje da: "Cenabê Emar Hekîm, ez hêviya serkeftin û berdewamiyê di kar û erkên te de ji te re dixwazim."

 

Ev peyama Serok Barzanî di demekê de ye ku Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê di civîna xwe ya dawiyê de bi yekdengî bawerî da Emar Hekîm daku careke din jî serkirdetiya wê tevgerê werbigire.

Emar Hekîm yek ji kesatiyên siyasî yên diyar ên Iraqê ye û peywendiyeke dîrokî û dêrîn ligel serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê û Serok Barzanî heye.