Seîd Xetîbzade: Divê ev agirbest hemî welatan vegire tevî Libnan jî
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê sînorên Tehranê di danûstandinên ligel Waşintonê de eşkere kirin. Seîd Xetîbzade ragihand ku, şandina uranyuma dewlemendkirî xeta wan a sor e. Tekez jî kir ku, divê agirbesta heyî hemî deverê vegire, tevî Libnanê jî, daku aramî bi temamî vegere.
Cîgirê Wezîrê Derve û Berpirsê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî li Wezareta Derve Seîd Xetîbzade ji ajansa “Associated Press”ê re ragihand: "Hejmareke zêde ya peyaman di navbera Îran û Amerîkayê de li hev hatine guhertin, lê Amerîka israrê li ser wan daxwazan dike yên ku Tehran wekî zêdegavî dibîne."
Seîd Xetîbzade herwesa got ku, ew ti uranyuma dewlemendkirî ji bo Amerîkayê naşînin û ev mijar ne ji bo danûstandinan e.
Navbirî dio derheqa gera duyê ya danûstandinan de jî got: "Hîn em negehiştine qonaxekê ku em bikarin civîneke rastîn bikin, ji ber ku gelek mijar hene ku Amerîkayîyan helwestên xwe yên tund tê de nerm nekirine."
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê tekez jî kir ku, Îran dixwaze berî lidarxistina civîna rasterast destkariyê di wê lihevkirinê de bike.
Seîd Xetîbzade amaje bi wê yekê jî kir ku, Îranê bi niyeteke pak danûstandin kirin û agirbest qebûl kir. Tekez jî kir, “Divê ev agirbest hemî welatan vegire, tevî Libnanê jî.”
Navbirî li ser rewşa nû ya Tengava Hurmizê jî got: "Di çarçoveya danûstandinan de, rênimayên nû dê ji bo Tengava Hurmizê derkevin, ew tengav jî dê ji bo derbazbûna welatiyên sivîl vekirî û bisilametî bimîne."
Mijara atomî û dewlemendkirina uranyumê her tim mijara sereke ya duberekiyên di navbera Îran û Amerîkayê de bûye. Di bin ronahiya agirbesta nû ya sala 2026ê de, her du alî bizavê dikin daku bigihin lihevkirineke nû, lê wekî diyar dibe daxwazên Amerîkayê û şertên Îranê hîn ji hev dûr in.
Parastina Tengava Hurmizê, wekî rêyeke bisilamet ji bo sivîlan û berfirehkirina agirbestê ji bo Libnanê, nîşana wê yekê ye ku Îran dixwaze bandora xwe ya li deverê di çarçoveya qanûn û dîplomasiyê de wekî karteke zextê bi kar bîne. Ev bizavên dîplomatîk di dema krîzên enerjiyê de giringiyeke zêdetir werdigirin daku tenahiya aboriya cîhanê neyê têkdan.