Du berpirsên Amerîka û Îranê li Bexdayê pirsa Serokwezîrê Iraqê yekalî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Heta niha Şîeyên Iraqê li ser berbijarekî li hev nehatine. Nûrî Malîkî red dike ku ji berbijarbûnê vekişe û ji ber vê yekê jî neçûye civîna Çarçoveya Hevahengiyê; her ji ber vê sedemê jî ew civîn ji bo sibe (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) hat paşxistin.
Çavkaniyeke bilind ji Çarçoveya Hevahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, şeva borî dema ku ji bo civînê telefon ji bo Nûrî Malîkî tê kirin û jê re dibêjin: "We îmze ji bo Basim Bedrî kom kirine daku li şûna te bibe berbijarê serokwezîr", Nûrî Malîkî hêrs dibe û dibêje: "Basim Bedrî kî ye? Kê îmze ji bo wî kom kirine? Eslen ez ji berbijarbûnê venekşiyame û nakişîm jî û ez nayêm civînê jî." Piştre wê peywendiyê, Malîkî telefona xwe girtiye.
Wê çavkaniyê herwesa got: “Sûdanî telefon ji bo Ehmed Esedî dike û jê re dibêje: "We îmze ji bo berbijarê serokwezîr kom kirine, di demekê de ku hûn di kutleya me de ne." Ew jî ji Sûdanî re dibêje: "Nexêr wesa nîne, me tiştekî wesa nekiriye." Sûdanî jî jê re dibêje: "Ew dê te bikin wezîr, em jî dê te bikin wezîr."
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: “Eger şeva borî civîn bihata kirin, bi piştrastî ve Basim Bedrî dê bûba berbijarê serokwezîr, lê ji ber ku niha civîn hatiye paşxistin, Basim Bedrî ti şandek nîne ku bibe berbijarê serokwezîr.”
Wê çavkaniyê li ser wê yekê ku Îran piştgiriya kîjan berbijarî dike ji Kurdistan24ê re eşkere kir; Îran bi eşkere behsa piştgiriya ti berbijarekî nake, lê dixwaze kesek bibe serokwezîr ku Çarçoveya Hevahengiyê biparêze, heta normal e ku peywendiyeke wî ya baş ligel Amerîkayê jî hebe.
Herwesa got: "Îro Tom Barrack digihe Bexdayê û ligel aliyan ji bo pirsa serokwezîr nîqaşan dike û bi awayekî eşkere raya Amerîkayê di vî warî de radigihîne." Herwesa ragihand ku, Amerîka ligel wê yekê ye ku kesek bibe serokwezîr ku ne girêdayî Eniya Miqawemeyê nebe û ji aliyê Îranê ve nehatibe danîn.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, niha Amerîkayî ji ber êrîşên kom û milîsên neqanûnî ji bo ser Balyozxaneya Amerîkayê û berjewendiyên wî welatî û ji ber kontrolnekirina van koman ji Sûdanî nîgeran in; helwesta Amerîkayê di derheqa Malîkî de jî zelal û eşkere ye.
Wê çavkaniyê herwesa got ku, yekalîkirina berbijar ji bo posta serokwezîr di nav Çarçoveya Hevahengiyê de pir zehmet bûye, ev jî ji ber hebûna duberekiyên mezin di navbera wan de ye.
Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî jî şeva borî bi serokatiya şandeke Îranî li Bexdayê bûye; armanca serdana wî çareserkirina arêşeyên navmala Şîeyan ji bo yekalîkirina pirsa berbijarê posta serokwezîr bûye.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Fermandarê Feyleqa Qudsê sê heta çar civînên dualî ligel çend aliyên Çarçoveya Hevahengiyê kirine.
Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê jî her duhî peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye û tê de amaje da ku, ew dê dest ji berbijarê 'Teswiye'yê (berbijarê hilbijartî) berdin û yan Nûrî Malîkî yan Mihemed Şiya Sûdanî bikin serokwezîr, an jî kesekî ji eniya wan."
Civîna Çarçoveya Hevahengiyê ji bo roja Duşemê, yanî sibe, hat paşxistin.