Îran: Em dê sîstemeke nû li ser Tengava Hurmizê bisepînin

Tengava Hurmizê
Tengava Hurmizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Tehranê sîstemeke nû li Tengava Hurmizê ragihand; Berpirsên bilind ên Îranê hişyarî dan ku serdema serweriya Amerîkayê li deryayan bi dawî bûye û Tengava Hurmizê dê di bin çavdêriya tund a Artêşa Pasdaran de bimîne. Ev pêngava nû ya Tehranê xetera daxistina rêyên enerjiyê û qeyraneke mezin a aborî li hemî cîhanê zêde dike.

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Velayetî îro (Yekşem, 19ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de, ku medyayên welatê wî belav kiriye, ragihand: "Serdema sepandina ewlehiyê ji aliyê din ê okyanûsan ve bi ser ve çû."

Ajansa "IRNA"yê jî ji zarê berpirsekî Nivîsîngeha Serokkomarê Îranê belav kir: "Sîstemeke nû dê hukmî li Tengava Hurmizê bike û oldivî bû ku ew welatên ku nîgeran in pêştir bi vê rastiyê hesiyaban."

Ji aliyekî din ve jî, Artêşa Pasdarên Îranê amaje bi wê yekê kir ku leza nûkirin û amadekirina platformên avêtina mûşek û dronan ji berî serhildana şer gelek zêdetir e.

Ev daxuyanî ligel daxuyaniya Berdevkê Leşkerî yê Bingeha "Xatemul Enbiya"yê hevdem in, ku li roja Şemiyê (18ê Nîsana 2026ê) ragihandibû: “Tengava Hurmizê mîna dema pevçûnên leşkerî yên vê dawiyê yên deverê dê dîsa bê girtin.”

Navbirî tekez kir ku, ew tengav dê di bin birêvebirin û çavdêriya tund a hêzên çekdar ên Îranê de bimîne. Amaje bi wê yekê jî kir ku, berdewamiya vê rewşê girêdayî pabendnebûna Amerîkayê bi garantîkirina azadiya hatin û çûna keştiyan ji bo navxwe û derveyî Îranê ye.

Tengava Hurmizê wekî yek ji giringtirîn rêyên deryayî yên cîhanê tê naskirin, ku her rojê nêzîkî 20% ji petrola cîhanê tê re derbaz dibe. Daxuyaniyên berpirsên bilind ên Tehranê li ser sepandina "sîstemeke nû" nîşana guherîneke stratejîk di siyaseta deryayî ya Îranê de ye. Piştî êrîşên hevpar ên Waşinton û Televîvê di Sibata 2026ê de, Îranê kontrolkirina vê tengavê wekî çekeke sereke li dijî zextên aborî bi kar aniye.