Li Efrînê ji ber lehiyê zarokek xeniqî û ziyanên mezin gihîştin cotkaran

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 24 saetên borî de, ji ber baraneke zêde û barîna teyrokê li seranserî Efrîn û navçeyên wê lehî rabûn, di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û ziyaneke mezin gihîşt dar û zeviyên cotkaran.

Li herêma Efrînê di du rojên borî de baraneke bêmînak bariya û bû sedema rabûna lehiyên mezin. Rêveberiya Ragihandina Helebê ragihand, ev şepêla baranê ziyanên canî û madî yên giran bi xwe re anîne.

Li gorî zanyariyên fermî, li gundê Til Silûrê zarokek ket ber ava lehiyê û xeniqî. Li aliyê din, li gundê Maratê tîmên rizgarkirinê karîn mêrek û jinekê ji nav ava lehiyê bi saxî derxin û wan ji mirinê rizgar bikin.

%50ê darên meywe û zeytûnan zirar dîtin

Baranê ne tenê lehî rakirin, lê barîna teyrokê derbeyeke giran li sektora çandiniyê da. Rêveberiya Ragihandina Helebê diyar kir, ji ber teyrokê ji sedî 50ê darên biberhem yên li herêmê rastî ziyanê hatine. Ev yek ji bo cotkarên Efrînê ku debara wan li ser darên meywe û zeytûnan e, bûye barekî giran.

Rê hatin girtin û av çû nav malan

Lehiyên herî mezin li navçeyên Cindirêsê, Mabeta û Bilbilê û gundên Endar, Xezewiyê û Basûtê çêbûn. Li van deveran av derbasî gelek malan bû û welatî di rewşeke dijwar de man. Her wiha ji ber rabûna avê û herikîna axê, hejmarek rêyên sereke yên ku navenda Efrînê bi navçe û gundan ve girêdidin, hatin girtin.

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, rewşa neasayî ya keşûhewayê li herêma Efrînê heta sibe 20 Nîsanê berdewam dike.