Medyaya Îranê: Tehranê hîn biryara beşdarbûna di danûstandinên Amerîkayê de nedaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansên nûçeyan ên Îranê radigihînin, keşa giştî ji bo destpêkirina danûstandinên nû bi Amerîkayê re ne "erênî" ye û Tehran rakirina dorpêça li ser benderan wekî pêşmerc dibîne.
Ajansên "Fars" û "Tasnîm" îro 19ê Nîsanê ji zarê çavkaniyên agahdar ragihandin, Tehran hîn di qonaxa nirxandina biryara beşdarbûnê de ye. Hat diyarkirin, ji ber helwestên dawî yên Amerîkayê, "keşa giştî bi ti awayî erênî nayê nirxandin." Çavkaniyan tekez kirin, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, "pêşmercekî bingehîn e" ji bo her cure gotûbêjekê.
Ajansa "IRNA" di raportekê de Washington tawanbar kir ku polîtîkaya "daxwazên nelojîk û neyekser" dişopîne. IRNAyê ragihand: "Guherîna berdewam a helwestên Amerîkayê, nakokiyên di biryaran de û berdewamiya dorpêça deryayî, keşeke guncaw ji bo gotûbêjên berhemdar nehiştiye."
Medyaya Îranê herwiha Amerîkayê bi "yariya bi medyayê" û belavkirina nûçeyên çewt tawanbar kir. Li gorî dîtina wan, nûçeyên ku ji aliyê Amerîkayê ve tên belavkirin, tenê ji bo zextê li ser Îranê bikin û wê neçarî peymaneke bê şert bikin.
Di raporan de hat destnîşankirin, heta niha siyasetên Amerîkayê rê li ber pêşketina agirbestê girtiye û bi vî awayî, "ti asoyeke ronî" di danûstandinan de nayê dîtin.
Ev helwesta Tehranê nîşan dide ku her çend navbeynkariya Pakistanê berdewam bike jî, dubendiyeke kûr di navbera daxwazên Amerîkayê û mercên Îranê de heye. Îran tekez dike ku ew ê bêyî rakirina dorpêçan û bidestxistina garantiyan, venagere maseya danûstandinan.