Piştî 13 salan: Deriyê Sînorî yê Rebîeyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Iraqê îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) bi rengekî fermî Deriyê Sînorî yê Rebîeyê yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de vekir, ku ev zêdetir ji 13 salan bû ji ber rewşa ewlehiyê û derketina DAIŞê li pêşiya tevgera bazirganiyê hatibû girtin.

Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê Omer Waîlî di konferanseke rojnamevaniyê de li ber Deriyê Rebîeyê li parêzgeha Neynewayê (ku li aliyê Sûriyeyê wekî Deriyê Yarûbiyeyê tê naskirin) ragihand: "Piştî nêzîkî 13 salan ji girtina wî, îro bi rengekî fermî ew derî hat vekirin."

Iraq û Sûriye xwediyên sînorekî hevpar in, ku dirêjiya wî zêdetir ji 600 kîlometreyan e û sê deriyên sereke (Qaîm, Welîd û Rebîe) wan bi hev ve girê didin. Bi vekirina Deriyê Rebîeyê, niha hemî deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de vekirî ne.

Hikûmeta Iraqê wek deriyekî stratejîk li Rebîeyê dinêre, ji ber ku Iraqê bi Sûriye û Tirkiyeyê ve girê dide û pareke giring ji projeya "Rêya Pêşxistinê" ye, ew projeya stratejîk ku bi dirêjahiya 1200 kîlometreyan xeta hesinî û rêya bilez ji bo girêdana welatên Kendavê ji başûr ve bi Tirkiyeyê re li bakur vedigire.

Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Herîs li ser vê mijarê ragihand ku, vekirina wî derîyî dê bibe sedema paldana tevgera bazirganî, hatin û çûna welatiyan, rakêşana veberhênanê û zêdekirina dahatên giştî.

Deriyê Rebîeyê li sala 2014ê û piştî derketina rêxistina DAIŞê û kontrolkirina deverên sînorî yên Iraq û Sûriyeyê hatibû girtin. Her çend li sala 2017ê li Iraqê û li sala 2019ê li Sûriyeyê DAIŞ hat têkbirin jî, lê ew derîyî tenê ji bo karên mirovî û derbazbûna alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dihat bikaranîn.