Hewramanî: Rastiya şandina çekên Amerîkayî zû an dereng eşkere dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de serokê partiyekê bi "têkdanê" tometbar kir û ragihand ku, bizavên ji bo "du îdareyî"yê bi ser neketine. Pêşawa Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir ku, rastiya şandina çekan ji aliyê Amerîkayê ve ji bo her aliyekî be dê eşkere bibe û pêdivî nake tu aliyek ji bo veşartina gumanên li ser xwe aliyên din tometbar bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku, di medyayê de serokê partiyekê behsa wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê bûye du îdareyî û li ser gotgotkên şandina çekên Amerîkayî hejmareke têkdanan kirine.
Pêşawa Hewramanî herwesa got: "Li cem her kesî zelal e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke destûrî û federal e ku bi rengekî fermî hatiye naskirin û berhema xwîna şehîdan û xebat û keda xelkê Kurdistanê ye. Her çend bizavên berdewam ji bo parvekirina herêmê li ser du îdareyan hebûn, lê em rêyê nadin wê yekê û ew bizav bi ser nakevin."
Di derheqa wan çekan de yên ku tê gotin ji aliyê Amerîkayê ve bi aliyekî Kurdî hatine dan, serokê wê partiyê xwe bêbehrî dike û aliyê din gunehbar dike û di medyaya xwe de mijûlî têkdanê ne.
Di wê ragihandinê de hatiye gotin: "Eger Amerîkayiyan çek dabin aliyekî, ew bi xwe dizanin dane kê. Zû an dereng rastî ji bo her kesî eşkere dibe û pêdivî vê hemî têkdanê nîne."
Hewramanî destnîşan jî kir ku, serokê wê partiyê mafê wê yekê nîne ku li şûna dezgehên fermî biaxive, gotinên wî jî ne rast bin û bi vî awayî gumanan ji ser xwe û derdora xwe dûr bixe.