Encûmena Balafirvaniyê: 95% jêrxaneya balafirgehên Îranê tu zirar nedîtine
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Encûmena Kompanyayên Balafirvaniyê yên Îranê amara herî nû ya zirarên sektora balafirvaniyê ya welatê xwe ragihand û eşkere kir ku, 95% ji jêrxaneya balafirgehên wan di şerê 40 rojî de tu zirarek nedîtiye û niha ji bo pêşkêşkirina xizmetan amade ne.
Meqsûd Esedî Samanî ji medyaya welatê xwe re gotiye, “Di encama rûdanan de, zirarên cidî gihîştine nêzîkî 20 balafiran lê pêvajoya geştan û bingehên sereke yên balafirvaniyê di rewşeke binecih de ne.”
Di dema şerê di navbera Amerîka û Îranê de, balafirgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Tehran, Kerec, Tewrêz, Meşhed, Îsfehan, Kerman, Urmiye, Bender Ebas, Ehwaz û Bûşehrê rûbirûyî êrîşên asmanî yên dijwar bûbûn.
Herwesa medyaya Îranê li roja Şemiyê vekirina şeş balafirgehan ragihand, ku balafirgehên Tehran û Meşhedê jî di nav wan de ne.
Medyayan amaje bi wê yekê kiribû ku Tehranê şeş balafirgeh vekirine; wekî balafirgeha Îmam Xumeynî li Tehranê û balafirgehên Meşhed, Bîrcend, Gurgan û Zahîdanê.