Axios: Waşinton mêvandariya gera duyê ya danûstandinên Îsraîl û Libnanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Waşinton amadekariyan dike ku li roja Pêncşemê mêvandariya lûtkeyeke nû ya dîplomatîk di navbera Îsraîl û Libnanê de bike. Ev bizav wekî parek ji plana berfireh a Amerîkayê ji bo vemirandina agirê şer li deverê tê dîtin; ligel wan danûstandinên çarenivîssaz ên ku biryar e ligel Îranê li Îslamabadê bên kirin.
Malpera "Axios"ê îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) ji zarê berpirsekî bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li roja Pêncşemê mêvandariya gera duyê ya danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de li ser asta balyozan bike.
Ev gera danûstandinan li bingeha Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşintonê bi rê ve diçe. Wî berpirsê Amerîkayî amaje bi wê yekê kiriye ku, îdareya Trump pêşwaziya wan peywendiyên berhemdar dike yên ku di 14ê Nîsana borî de di navbera her du aliyan de hatine destpêkirin.
Li gorî zanyarên “Axios”ê, Amerîka dê li ser rola xwe ya ji bo hêsankirin û birêxistina danûstandinên rasterast di navbera her du hikûmetên Îsraîl û Libnanê de berdewam be. Armanca van civînan gihîştina bi lihevkirineke siyasî û ewlehî ya herdemî ye, ku niyeta baş a her du aliyan tê de xuya bibe.
Ev biryar piştî hejmareke peyamên Donald Trump tê, ku tê de Îsraîlê qedexe kiribû êdî Libnanê bombebaran bike û daxwaz kiribû ku divê ev hevrikî bi rêya siyasî bi dawî bibe.
Di demekê de ku cîhan li benda danûstandinên Pakistanê ye di navbera Amerîka û Îranê de, Waşinton eniyeke din a dîplomatîk di nav axa xwe de ji bo çareserkirina arêşeyên di navbera Televîv û Beyrûtê de vedike. Ev yek nîşana bizaveke giştgir e ji bo vemirandina hemî şerên deverê berî bidawîbûna meha Nîsanê.