Basim Bedrî wekî berbijarê Serokwezîrtiya Iraqê hat diyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî gengeşeyên dûr û dirêj, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê berbijarê xwe yê cîgir ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê diyar kir. Basim Bedrî, ku berbijarekî nêzîkî Nûrî Malîkî ye, karî baweriya piraniya hêzên Şîeyan bi dest bixe û niha wekî bihêztirîn berbijar ji bo pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê derdikeve pêş.
Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, bi piraniya dangan Basim Bedrî wekî berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hat diyarkirin.
Wê çavkaniyê herwesa got ku, heta niha civîn berdewam e û biryar e piştî bidawîbûnê konferanseke rojnamevaniyê bê lidarxistin.
Ajansa Reutersê ya Nûçeyan jî ji zarê çavkaniyekê belav kiriye ku, Basim Bedrî dibe berbijarê Serokwezîrê Iraqê.
Ev jî di demekê de ye ku, peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê jî her îro got ku, piraniya serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê gihîştine mala Emar Hekîm û Basim Bedrî yê berbijarê Nûrî Malîkî jî gihîştiye wê derê.
Herwesa yê serkirdeyê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Muşriq Firêcî jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê berê xwe dane nivîsgeha Serokê Hevpeymaniya Hêzên Neteweyî Emar Hekîm, daku pirsa yekalîkirina berbijarê posta Serokwezîrê Iraqê nîqaş bikin.
Basim Bedrî kî ye?
Basim Hazim Hemîd Bedrî li sala 1964ê li bajarê Bexdayê hatiye ser dinyayê. Li sala 2013ê bawernameya PhD bi pileya "nayab" bi siyaseta çandiniyê wergirtiye.
Dr. Basim ji bo dema 15 salan (1988-2003) wekî lêkolîner li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Iraqê kar kiriye. Ew zimanên Erebî û Îngilîzî dizane.