Ragihandina berbijarê Serokwezîrtiya Iraqê bo roja Çarşemê hat paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê ragihand ku, ji ber hinek nîqaşên li ser parveşkirina postên wezarî, diyarkirina fermî ya berbijarê Serokwezîrtiya Iraqê ji bo roja Çarşemê hat paşxistin. Ebas Amirî tekez jî kir ku civînên wan dê li roja Sêşemê jî berdewam bin daku li ser her hûrguliyekê lihevkirin pêk bê."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ji ber duberekiyên li ser parvekirina postên wezarî di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de, Çarçoveya Hevahengiyê dê di du rojên bê de civînên xwe berdewam bike û dê li roja Çarşemê berbijarê xwe yê fermî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê rabigihîne.
Ebas Amirî piştî bidawîbûna civîna îşev a Çarçoveya Hevahengiyê got: "Ev civîn gelekî baş bû, hevfêmkirineke baş hebû û hemî dîtin û raman hatin nîqaş kirin, lê belê nîqaşan pêdivîtî bi demeke zêdetir hebû, lewma hemî aliyên Çarçoveya Hevahengiyê biryar da ku ew civîn ji bo roja Çarşemê bê paşxistin. Tevî vê yekê jî, sibe roja Sêşemê jî nîqaş dê berdewam bin."
Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê herwesa geşbîniya xwe anî ziman ku ew dê li roja Çarşemê pirsa berbijarê posta Serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê yekalî bikin û rabigihînin.
Piştî gengeşeyên dûr û dirêj di navbera hêz û aliyên Şîeyan de ji bo yekalîkirina berbijarê xwe yê hevpar, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê îşev li mala Serokê Tevgera Hikmeyê ya Neteweyî li Bexdayê Emar Hekîm civiyan.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Basim Bedrî bi piraniya dangan wekî berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hatiye destnîşankirin, lê ragihandina fermî li benda lihevkirina li ser postên wezarî û parastina jêrxaneya siyasî ye.