Trump: Piştî êrîşên me, bernameya atomî ya Îranê ketiye rewşeke dijwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, piştî êrîşên Washingtonê yên li ser saziyên atomî yên Tehranê, pêvajoya derxistina  uranyumê li Îranê êdî bûye karekî "pir zehmet û demdirêj."

Serokê Amerîka Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" hûrgiliyên nû derbarê êrîşên li ser Îranê de parve kirin. Trump aşkera kir, Washingtonê navê "Çekûçê Nîvê Şevê" li vê operasyona li dijî navendên atomî yên Îranê kiriye.

Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser encamên operasyonê û got: "Ji ber bandora van êrîşan, ji niha û pê ve derxistina toza uranyumê ji bo Îranê dê bibe pêvajoyeke pir giran, zehmet û demdirêj."

Donald Trump bi berdewamî têgeha "toza atomî" bikar tîne, da ku amaje bi stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bike. Washington Tehranê tawanbar dike ku uranyumê ji bo çêkirina "bomba atomî" kom dike.

Ji aliyê din ve, Trump di peyama xwe de tund bi ser kanala CNN û çend saziyên din ên ragihandinê de girt. Serokê Amerîka ew medya wekî "gendel û derewker" binav kirin.

Trump rexne li medyayê girt ku "mafê pîlotên mezin ên Amerîkayê nadinê" û got: "Li şûna ku qehremaniya pîlotên me di vê operasyonê de nîşan bidin, ew her tim hewl didin rola wan biçûk bikin û wan piştguh bikin."