Cotkarên Amêdiyê: Tevî ziyana teyrokê jî, sal bi xêr û bereket e
Dihok (K24) – Li navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, baranên zêde yên îsal bûn sedema geşbûna xwezayê û zêdebûna berhemên çandiniyê. Tevî ku teyrokê (gijlok) hinek ziyan gihandibe darên meyweyan jî, lê cotkar û berpirsên çandiniyê îsal wekî "saleke bi xêr û bereket" binav dikin.
Li Amêdiyê, ku bi darên xwe yên gûz, behîv û meyweyên curbecur tê naskirin, îsal rêjeya baranê gihîştiye asteke pir bilind. Ev yek bûye sedem ku cotkar piştî çend salên hişkiyê, îsal bi hêvî li berhemên xwe binêrin.
Cotkarekî deberê ku zêdetirî 40 sal in bi karê rez û baxan re mijûl e, ji Kurdistan24ê re ragihand, wî di van salên dawî de baraneke bi vî rengî ya bi xêr neditiye. Cotkar Talib Xalid diyar kir ku her çend baran bibe sedema geşbûna daran, lê di dema kulîlkdanê de barîna teyrokê (gijlok) hinek ziyan gihadiye darên behîv û meyweyên din.
Talib Xalid got: "Hatina baranê xêr û bereket e, lê teyrokê bandoreke neyînî li ser kulîlkên hinek daran kir û barê wan sivik kir. Dîsa jî em ji rewşê razî ne."
Berpirsên Çandiniyê yên Amêdiyê bal kişandin ser bandora erênî ya baran û berfê li ser binesaziya avê ya herêmê. Li gorî daneyên fermî, li sînorê parêzgeha Dihokê heta niha zêdetirî 1000 mîlîmetreyan baran bariye.
Rêveberê Çandiniya Amêdiyê Hekar Hemîd got: "Sipas ji bo Xwedê, îsal rêjeyeke pir baş a baran û berfê li Amêdiyê bariye. Heke hûn niha li herêmê binerin, mîna baxçeyekî kesk ê geş e. Her çend li hinek cihan teyrokê ziyan gihandibe daran, lê bi giştî rewşa çandiniyê û berheman îsal pir baş e."
Pisporên çandiniyê û avê jî didin zanîn, îsal axa herêmê du qatî salên borî av kişandiye nav xwe. Ev yek ne tenê ji bo çandiniyê, lê ji bo zindîkirina kaniyan û zêdebûna asta ava binerd jî girîngiyeke mezin heye.
Tê pêşbînîkirin ku îsal berhemên havînê yên herêma Amêdiyê, bi taybetî meyweyên çiyayî, ji salên borî berekettir bin û bandoreke erênî li ser aboriya cotkarên herêmê bikin.