Hewramanî: Êrîşên ser Herêma Kurdistanê nikarin karwanê avedaniyê rawestînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî ragihand, hemû girêkên teknîkî yên lîsteya mûçeyên karmendan hatine çareserkirin û lîste ji Bexdayê re hatine şandin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî îro 21ê Nîsanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê mûçe, peywendiyên bi Bexdayê re û rewşa navxwe ya herêmê de zanyariyên giring parve kirin.
Mûçeyên karmendan
Hewramanî aşkera kir, Wezareta Darayî ya Herêmê hûrbîniyeke tam di lîsteyên mûçeyan de kiriye û hemû ew kêşeyên teknîkî yên ku berê hebûn, hatine çareserkirin. Hewramanî got: "Lîste ji bo hikûmeta federal hatine şandin. Em li benda wê ne ku piştî destpêkirina dabeşkirina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve, şayisteyên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê jî werin şandin."
Amerîka çavdêriya alîkariyên leşkerî dike
Li ser wan nûçeyên ku behsa "windabûna hinek çekan" dikin, Hewramanî ragihand, Amerîka bi hûrî çavdêriya alîkariyên xwe yên leşkerî dike. Herwiha tekez kir, Amerîka dizane çekan dide kê û got: "Ev mijar ne hewceyî tawanbarkirinê ye; Amerîka bi rêjeyeke diyarkirî çekan dide wan kesên ku bi xwe nas dike û her tişt di vê derbarê de zelal e."
"Em venagerin xala sifrê"
Derbarê gotegotên "du îdareyî" de, Berdevkê Hikûmetê bal kişand ser helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî û got: "Serokwezîr her tim tekezî li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo hemû deveran kiriye, bêyî ku ti cudahiyê bixe navbera wan. Lê mixabin hinek alî hewl didin astengiyan derxin."
Herwiha Hewramanî diyar kir, hikûmet naxwaze vegere "xala sifrê" û armanca wan avakirina hikûmeteke yekgirtî û bihêz e.
Karwanê avedaniyê ranaweste
Di dawiya axaftina xwe de, Pêşawa Hewramanî behsa êrîş û zextên li ser Herêma Kurdistanê û Serokatiya Hikûmetê kir. Hewramanî destnîşan kir ku ev êrîş nikarin karwanê avedanî, pêşketin û parastina xelkê Kurdistanê rawestînin û hikûmet dê di xizmeta welatiyan de berdewam be.