Amerîkayê dest danî ser keştiyeke din

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Ceng a Amerîkayê (Pentagon) ragihand, wan dest daniye ser keştiyeke "bê nasname" ya bi navê ‘Tiffany’ ku piştgiriya madî dida Îranê. Pentagonê hişyarî da ku ew ê li her derê cîhanê rê li ber torên nayayasayî bigirin.

Wezareta Ceng a Amerîkayê îro 21ê Nîsanê di peyamekê de li ser tora civakî "X" aşkera kir ku hêzên wan li herêma Hind-Pasîfîkê operasyonek birine ser keştiyeke di bin cezayan de.

Pentagonê vîdyoya desteserkirina keştiya bi navê "Tiffany" parve kir û diyar kir, ev operasyon di çarçoveya têkbirina torên qaçax û astengkirina piştgiriya madî ya ji bo Îranê de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Wekî ku me berê jî diyar kiribû, em ê xebatên xwe yên cîhanî bidomînin, da ku yasayên deryayî pêk bînin û rê li ber wan keştiyan bigirin ku alîkariyê didin Îranê."

Pentagonê herwiha hişyariyeke tund da û destnîşan kir ku "ava navneteweyî ji bo keştiyên di bin cezayan de ne penageh e" û Amerîka dê rê nede ti aliyên nayayasayî ku li deryayan bi azadî tevbigerin.

Ev operasyon di demekê de tê ku zêdetirî hefteyekê ye dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê û benderên bazirganî yên Îranê dest pê kiriye. Hêzên deryayî yên Amerîkayê li Deryaya Erebî û Deryaya Omanê rê nadin ti keştiyeke bazirganî ya Îranê ku derbas bibe.

Dorpêça deryayî bûye xaleke sereke ya rageşiya navbera Washington û Tehranê. Berpirsên Îranê radihînin ku heta dorpêç neyê rakirin, ew beşdarî gera duyem a danûstandinên li Îslamabada Pakistanê nabin.

Ji aliyê din ve, Serokê Amerîka Donald Trump çend caran destnîşan kiriye ku ev dorpêç her roj bi dehan mîlyon dolar ziyanê dide aboriya Îranê û ev yek zexteke mezin li ser Tehranê ava dike.