Îranê destpêkirina geştên asmanî yên navxwe ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Hêlên Asmanî yên Îranê ragihand, ji sibe Çarşemê ve, hemû geştên asmanî yên navxwe dubare dest pê dikin. Ev yek piştî rawestandina 50 rojan a ji ber şerê li navçeyê tê.
Medyaya fermî ya Îranê îro 21ê Nîsanê daxuyaniya Kompanyaya Hêlên Asmanî belav kir. Li gorî daxuyaniyê, ji sibe Çarşemê, 22ê Nîsanê ve, geştên asmanî yên di navbera parêzgehên Îranê de dê asayî bibin.
Televîzyona fermî ya Îranê da zanîn. geştên asmanî ji 28ê Sibata borî ve hatibûn rawestandin. Sedema vê rawestandinê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û metirsiyên ewlehiyê yên şer bûn. Piştî nêzîkî 50 rojan, biryar hat girtin ku qada asmanî ya welat ji bo geştên sivîl were vekirin.
Desteya Firokevaniya Sivîl a Îranê diyar kir, vekirina firokxaneyan û destpêkirina geştan dê bi awayekî "qonax bi qonax" be, ku her firokxaneyek li gorî amadebûna xwe ya teknîkî û dabînkirina ewlehiya geştan dê dest bi kar bike.
Ji aliyekî din ve, Desteya Firokevaniya Sivîl a Îranê roja yekşema borî diyar kiribû, biryar hatiye girtin ku geştên asmanî yên navneteweyî ji Firokxaneya Meşhedê ji roja Duşemê ve dest pê bikin.
Ev biryara Îranê ya ji bo vekirina balafirgehan di demekê de tê ku biryar e sibê çarşemê dema agirbesta demkî ya navbera Waşington û Tehranê bidawî bibe.