Iraqçî: Dorpêçkirina benderan kiryareke şer e

Ebas Iraqçî
Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku, dorpêçên deryayî yên Trump û desteserkirina keştiyên bazirganî dawiya agirbestê nîşan didin; herwesa got ku tiştê ku Amerîka dike ragihandina şer e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ibas Eraqçî îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê êrîşî siyasetên dawiyê yên Amerîkayê kir û ragihand: “Waşinton bi rêya dorpêçkirina benderan û desteserkirina keştiyan bi rengekî kiryarkî agirbesta di navbera her du aliyan de binpê kiriye.”

Wezîrê Derve yê Îranê herwesa nivîsiye: "Dorpêçkirina benderên Îranê kiryareke şerî ye û bi vê sedemê jî binpêkirina agirbestê ye." Ev daxuyaniya wî wekî bersiveke rasterast ji bo wê dorpêça deryayî ya tund tê dîtin ku Donald Trump li ser peravên Îranê sepandiye.

Iraqçî amaje bi bûyera desteserkirina keştiya barhilgir a bi navê “Tosca”yê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve kir û got: "Êrîşkirina li ser keştiyeke bazirganî û girtina tîma wê wekî dîl binpêkirineke mezintir û xeter e."

Wezîrê Derve yê Îranê hişyarî da Waşintonê û ragihand: "Îran dizane ka dê çawa van sînoran pûç bike û çawa berevaniyê ji berjewendiyên xwe bike. Em dizanin ka em dê çawa li beranberî zordariyê bisekinin."