Waşinton cezayên nû li ser torên dabînkirina mûşek û dronên Îranê disepîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya operasyona "Kîna Aborî" de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê gereke nû ya cezayan li ser torên navdewletî yên dabînkirina mûşekên balîstîk û dronên Îranê sepand, ku gelek kesatî û kompanî li Îran, Tirkiye û Îmaratê vedigire.
Nivîsîngeha Kontrolkirina Saman û Serwetên welatên Biyanî yên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li ser 14 kesatî, qewareyên bazirganî û balafiran sepandin, ku bingehên wan li Îran, Tirkiye û Îmaratê ne. Ev alî tên tometbarkirin ku tevlî dabînkirin û veguhastina çek û parçeyên leşkerî ji bo Îranê bûne.
Li gorî daxuyaniya wê wezaretê, ev pêngav di çarçoveya operasyona "Kîna Aborî" de tê û armanc jê pûçkirina bizavên Tehranê ye ji bo dubare avakirina şiyana berhemandina mûşekên balîstîk û dronên "Şahid", ku ji bo êrîşkirina li ser hevpeymanên Amerîkayê û jêrxaneyên stratejîk ên enerjiyê li deverê tên bikaranîn.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di vî warî de ragihand: "Pêdivî ye Îran berpirsiyariya têkdana sûkên enerjiyê û armanckirina gotre ya sivîlan bigire ser milê xwe." Amaje jî kir ku di bin serokatiya Trump de, Wezareta Xezîneyê dê berdewam be li ser şopandina çavkaniyên darayî û cezakirina wan aliyên ku alîkariya Tehranê dikin.
Tora Dabînkirina Parçeyên Dronan
Ceza li rêza yekê kompaniya "Pêşgam Elektronîk"ê vedigirin, ku tevlî dabînkirina bi hezaran parçeyên elektronîk û motoran ji bo Hêza Asmanî ya Aetêşa Pasdaran, ku piştre di dronên Şahid-136 de hatine bikaranîn.
Kerta Mûşek û Sotemeniyan
Di pareke din a cezayan de, kompaniyeke Tirkî bi navê "Imti Fiber" hatiye cezakirin, ji ber şandina gelek barên madeyên kîmyayî ji bo kompaniyên Îranî, ku ji bo baştirkirina çalakbûna sotemeniya mûşekên balîstîk tên bikaranîn.
Hêlên Asmanî û Mahan Air
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê tekez kiriye ku hêla asmanî ya "Mahan Air" li ser veguhastina sîstemên dronan û çekan ji bo hundir û derveyî Îranê berdewam e. Di vê çarçoveyê de, kompaniyên Sepehr Kaveh Kish û Saman Air Services hatine cezakirin, ku di şandina çek û dronan ji bo welatê Venezuelayê de alîkarî kiriye. Herwesa du balafirên Boeing 777 bi navên EP-MTE û EP-MTB xistine lîsteya dorpêçan.
Li gorî wê biryarê, hemî darayî û berjewendiyên van kes û kompaniyan li nav Amerîkayê tên astengkirin, herwesa her welatî an bankeke Amerîkayî û navdewletî ya ku serederiyê bi wan re bike dê rûbirûyî cezayên giran ên darayî û qanûnî bibe.