Trump: Îran bi girtina Tengava Hurmizê ji aliyê darayî ve hildiweşe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Îran ji ber bandorên girtina Tengava Hurmizê, di warê darayî de ber bi herifînê ve diçe û bi krîzeke dijwar a nexdîneyê re rûbirû ye.

Trump, îro Çarşemê 22 Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" derbarê rewşa aborî ya Îranê de daxuyaniyek belav kir. Trump di peyama xwe de bal kişand ser bandora girtina Tengava Hurmizê û rewşa darayî ya Tehranê.

Trump di peyama xwe de got: "Îran di warê darayî de ber bi herifînê ve diçe! Ew dixwazin demildest Tengava Hurmizê vekin." Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê niha di nava tengasiyeke mezin de ye û bi taybetî "kêmasiya nexdîne û pereyê keş (cash)" bandoreke giran li wî welatî kiriye.

Trump beriya niha jî dabû xuyakirin ku Tehranê tenê ji bo parastina "rûmeta xwe" piştgirî dida girtina Tengava Hurmizê. Lê belê, ji ber ambargo û dorpêçên giran ên Amerîkayê li ser portên Îranê, aboriya wî welatî ketiye qonaxeke gelekî metirsîdar.