Îsraîl dixwaze Libnan bo rûbirûbûna Hizbulahê alîkariya wê bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îsraîlê daxwaz ji Hikûmeta Libnanê kir ku bizavên xwe bikin yek û ji bo rûbirûbûna Hizbulahê alîkariya Îsraîlê bikin; ev daxuyanî tenê rojekê berî destpêkirina danûstandinên çaverêkirî yên di navbera her du aliyan de li Waşintonê hat.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di gotarekê de li pêşberî dîplomatan bi helkefta salvegera 78ê ya serxwebûna Îsraîlê ragihand: "Sibe danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de li Waşintona paytexta Amerîkayê tên destpêkirin."
Wezîrê Derve yê Îsraîlê herwesa got: "Ez daxwazê ji Hikûmeta Libnanê dikim ku li dijî wê rêxistina terorîstî ya ku Hizbulahê li ser axa we ava kiriye alîkariya me bikin."
Gideon Sa'ar amaje bi wê yekê jî kir ku ev hevkarî ji bo Îsraîlê bêtir ji bo Libnanê bi xwe pêdivî ye û got: "Pêdivîtiya vê pêngavê bi wêrekî û zelaliya rewiştî heye, lê ti pêguherkeke rastîn ji bo misogerkirina paşerojeke tije aşitî ji bo we û ji bo me jî nîne."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Înê, 20ê Nîsana 2026ê, agirbestek ji bo dema 10 rojan di navbera Îsraîl û Libnanê de ragihand. Armanca vê pêngava Trump rawestandina demkî ya aloziyan û peydakirina derfetekê bû ji bo danûstandinên dîplomatîk û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan.
Ragihandina vê agirbestê çend rojan piştî civîna balyozên Libnan û Îsraîlê li Waşintonê tê; ew jî civîna yekê ya rasterast di navbera her du welatan de, piştî çendîn dehsalan, ji ber ku ji aliyê qanûnî ve ji sala 1948ê û vir ve ew her du welat di rewşa şer de ne.