Parlamentoya Iraqê bo vegerandina Fraksiyona PDKê komîsyonekê ava dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Parlamentoya Iraqê, ji bo bidawîanîna boykota Fraksiyona PDKê, biryara avakirina komîteyeke bilind û şandina wê ji bo Herêma Kurdistanê da, da ku rêyê li ber vegera PDKê ji bo hola parlamentoyê vebike.
Serokatiya Parlamentoya Iraqê di civîna îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) de daxwaz ji serokên fraksiyonan kir ku komîteyeke hevpar ava bikin. Erkê sereke yê vê komîteyê dê nîqaşkirina bi PDKê re be, ku ev demeke ji civînên parlamentoyê dûr ketiye.
Tewereê sereke yê wê biryara parlamentoyê vegerandina fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo nav hola civînan e. Biryar hatiye dayîn ku ew komîteya pêkhatî serdana fraksiyona PDKê bike ji bo nîqaşkirina wan pirsgirêk û astengiyên ku bûne sedema boykotkirin an jî tevlînebûna wan di rûniştinan de.
Parlamentoya Iraqê dixwaze bi rêya vê komîteyê zemîneyekê ji bo hevfêmkirina neteweyî peyda bike, da ku parlamento bikaribe di vê qonaxa hestyar de ku dever û Iraq tê re derbaz dibin, bi amadebûna hemî pêkhateyan biryarên giring û qanûnî bide.
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê li roja Şemiyê, 18ê Nîsana 2026ê, di daxuyaniyeke fermî de helwesta xwe ya dawiyê li beranberî rewşa niha ya parlamentoyê ragihand û biryar da ku bi awayekî vekirî û heta demeke nediyar boykota hemî civînên parlamentoyê bike.
Di wê daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku, ev biryar wekî nerazîbûnekê li dijî wan "binpêkirinên destûrî û qanûnî" hatiye dan ku di nav parlamentoyê de rû didin.