Trump: Ji bo rêkeftina bi Îranê re ti leza me nîne û "dorpêç" ji bombebarankirinê bi bandortir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji bo îmzekirina agirbestê yan jî diyarkirina demeke nû bo danûstandinên bi Îranê re, tu zextên demî li ser wan tune ne û agirbest ji bo demeke nediyar hatiye dirêjkirin.

Trump, serê sibê îro Pênşemê (23.04.2026) di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News", ew nûçe derewandin ku digotin agirbest tenê bo "3 heta 5 rojan" hatiye dirêjkirin. Serokê Amerîkayê tekez kir ku agirbest ji bo demeke nediyar berdewam dike.

Her wiha got: "Ti çarçoveyeke me ya demî tune ye û pêdivî bi lezê nîne. Ew gotinên ku dibêjin ez ji ber hilbijartinên kongressê dixwazim vê mijarê bidawî bikim, ne rast in. Armanca min a tekane gihîştina rêkeftineke baş e bo gelê Amerîkayê."

Derbarê keştiyên ku roja Çarşemê li Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve gule li wan hatibû barandin û hatibûn girtin, Trump got: "Ew keştî ne yên Amerîkayê bûn." Lê belê wî destnîşan kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin.

Trump di peyameke rasterast de bo rayedarên Tehranê diyar kir, zextên aborî bandortir in û got: "Dorpêçkirin ji bombebarankirinê bêtir Îranê ditirsîne. Ew bi salan e rûbirûyî bombekirinê dibin, lê ji dorpêç û ambargoyê nefret dikin."

Ji aliyê din ve, Berdevka Koşk Spî Caroline Leavitt ji heman kanalê re ragihand, girtina her du keştiyan ji aliyê Îranê ve wek "binpêkirina agirbestê" nayê hejmartin, ji ber ku ew keştî ne yên Amerîkayê yan Îsraîlê bûn, lê keştiyên navdewletî bûn.

Leavitt tekez kir, Serok Trump ti demeke diyarkirî bo pêşniyarên Îranê dananiye û got: "Di dawiyê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê (Trump) dê xişiteya demê diyar bike."

Berdevka Koşka Spî şertê sereke yê bidawîkirina şer bi vî awayî aşkere kir: "Pêwîst e Îran razî bibe ku uranyuma xwe ya dewlemendkirî radestî Amerîkayê bike." Leavitt herwiha reftarên Îranê yên li deryayê rexne kirin û got: "Îranî kontrola Tengava Hurmizê nakin, tiştê ku em dibînin tenê 'çetetiya deryayî' ye."