Desteya Geştûguzarê: Me ji bo hatina geştiyaran hêsankarî pêk anîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ragihand, piştî arambûna rewşê, çûna geştiyaran ber bi navçeyên geştûguzarî yên Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye.
Îbrahîm Ebdulmecîd, îro 23ê Nîsanê ji Kurdistan24ê aşkere kir, her çend hîn amarên dawî nehatibin amadekirin jî, lê agahiyên ku ji tîmên meydanî tên nîşan didin ku hejmareke mesin a geştiyaran berê xwe daye Herêmê.
Berdevkê Desteya Geştûguzarê bal kişand ser werzê biharê û daxwaza geştiyaran a ji bo sirûştê û got: "Ji ber ku geştiyar di vê werzê de bêtir berê xwe didin sirûştê, me bi hevahengiya Desteya Jîngehê û rêxistinên medenî kampanyayeke berfireh a parastina jîngehê daye destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, li xalên kontrolê rênima û kîsên çopê li geştiyaran tên belavkirin, da ku jîngeha Kurdistanê biparêzin."
Ebdulmecîd herwiha spasiya hêzên ewlehiyê û xebatkarên li xalên kontrolê kir ji bo wan hêsankariyên ku ji bo geştiyarên ji naverast û başûrê Îraqê dikin. Destnîşan kir jî, reftareke şayiste û yasayî bi geştiyaran re tê kirin û ev yek jî bûye cihê razîbûna geştiyaran.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Îbrahîm Ebdulmecîd tekez kir ku hemû hewlên wan ew ku xizmetguzariyan pêşkêş bikin, da ku geştiyar di dema mana xwe ya li Herêma Kurdistanê de, xwe aram û asûde bibînin.