Hîlalî: Şam û HSDê li ser radestkirina dadgehan û yekbûna leşkerî gihîştin lihevkirinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê tîma serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ragihand, piştî xitimandina danûstandinên li Qamişloyê, wan bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civînek encam daye û li ser çend xalên teknîkî û leşkerî gihîştine lihevkirinê.
Berdevkê tîma serokatiyê ya berpirs ji cîbicîkirina rêkeftina navbera hikûmetê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Ehmed Hîlalî îro 23ê Nîsanê ji "Al Jazeera Net" re aşkere kir, danûstandinên wan ên bi serokatiya HSDê re li ser dosyayên girîng berdewam dikin.
Hîlalî diyar kir, şandeya serokatiyê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyaye. Di hevdîtinê de biryar hate girtin ku şêwirên teknîkî ji bo radestkirina "Koşka Dadê" bo Wezareta Dadê ya Sûriyeyê berdewam bikin. Ev pêngav bi armanca çalakkirina sîstema dadwerî ya fermî li herêmên bin kontrola HSDê tê avêtin, piştî ku danûstandinên roja Sêşema borî yên li Qamişloyê rastî astengiyan hatibûn.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Hîlalî destnîşan kir ku di civînê de mijara tevlêkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê yên Sûriyeyê de hatiye nirxandin. Herwiha, amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinên "Encûmena Gel" (Parlamentoya Sûriyeyê) wekî dosyayeke sereke ya danûstandinan hat gotûbêjkirin.
Ev pêngav piştî wê rêkeftina dîrokî ya 29ê Çileya îsal tê, ku tê de hikûmeta Sûriyeyê û HSDê li ser "rêkeftineke giştî" li hev kiribûn. Armanca bingehîn a vê proseya nû, bidawîkirina dabeşbûna îdarî û leşkerî ya li welat û destpêkirina qonaxeke nû ya yekgirtinê ye.