Trump fermana jinavbirina her keştiyeke Îranî ku mînan diçîne da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump fermaneke tund da Hêzên Deryayî yên welatê xwe, her keştiyek ku li Tengava Hurmizê mînan diçîne, bêyî dudilî jinav bibin. Trump got: "Hemû keştiyên şer ên Îranê di binê deryayê de ne."
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 23ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke tund weşand û tê de got: "Min ferman da Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku her boteke mînan li avên Tengava Hurmizê diçîne, çi biçûk be çi mezin, jinav bibin. Tu cih ji bo dudiliyê tune ye." Serokê Amerîkayê herwiha got: "Hemû 159 keştiyên şer ên Îranê niha di binê deryayê de ne."
Hevdem li gel vê fermanê, Trump tekez kir ku Amerîka bi awayekî çalak kar ji bo paqijkirina mînên di Tengavê de dike. Trump got: "Keştiyên me yên mînpaqijker niha Tengavê paqij dikin. Min ferman da ku ev kar berdewam bikin û leza wan sê qat were zêdekirin."
Donald Trump pêştir jî hişyarî dabû ku artêşa Amerîkayê dê her keştiyeke ku mînan diçîne bike armanc. Ev mijar piştî hewlên Trump ên ji bo peydakirina ewlehiya keştivaniyê li Tengava Hurmizê careke din ket rojevê, nexasim ku zextên aborî li ser asta cîhanê zêde bûne.
Ji aliyê din ve, Trump û Wezîrê Ceng Pete Hegseth çendîn caran ragihandine ku hêzên deryayî yên Îranê bi temamî hatine jinavbirin. Lê belê, Supaya Pasdaran hîn jî xwediyê hin keştiyên deryayî ne, bi taybetî botên bilez ên biçûk ku dikarin di nav avên teng de tevbigerin.