Amerîkayê dest danî ser keştiyeke din a Îranî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Ceng a Amerîkayê ragihand, wan li Okyanûsa Hindî dest daniye ser keştiyeke Îranî ya bi navê "Majestic X" ku bi awayekî neyasayî petrola qaçax veguhastiye.

Wezareta Ceng a Amerîkayê (Pentagon) îro 23ê Nîsanê bi daxuyaniyekê aşkere kir, tîmeke Hêzên Deryayî bi ser keştiya petrolê ya bi navê "Majestic X" de girtine. Li gorî daxuyaniyê, ev keştî bi tohmeta "qaçaxçîtiya petrolê" û binpêkirina yasa û dorpêçên navdewletî hatiye desteserkirin.

Wezareta Amerîkayê tekez kir, ew di sepandina yasayên navdewletî yên deryayî de bi biryar in û got: "Em ê li her derê rê li ber wan keştiyan bigirin ku dibin çavkaniya piştgiriya darayî bo Îranê." Amerîkayê wekî belge, dîmenên dema girtina keştiya Majestic X jî ji bo medyayê belav kirin.

Ev sêyem keştiyê Îranê ye ku di nava çend rojên borî de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve tê girtin. Ev operasyon di çarçoveya dorpêça deryayî ya Amerîkayê de tê kirin ku zêdetirî hefteyekê ye li ser Tengava Hurmizê û benderên bazirganî yên Îranê hatiye sepandin.

Hêzên deryayî yên Amerîkayê (Navy) li herêmê di amadebaşiyê de ne û rê nadin ti keştiyên bazirganî yên Îranê ku di Deryaya Erebî, Deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî re derbas bibin. Şirovekarên aborî dibêjin ku ev zextên deryayî dê krîza darayî ya li hundirê Îranê hîn kûrtir bike.