Pirtûka Paşîva Marê Sîrê ya Ciwan Qado ji weşanên NAyê derket

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirtûka nû ya nivîskarê kurd Ciwan Qado ya bi navê "Paşîva Marê Sîrê" ji nava weşanên NAyê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê derket. Ev pirtûk romaneke nû ye ku li wêjeya Kurdî zêde dibe: "Paşîva Marê Sîrê" rastî û xewnan di zaroktiyê de li hev dixe

Ev berhema wêjeyî ya nû "Paşîva Marê Sîrê", ku wekî ezmûneke cuda ya vegêranê ji neh beşên bi navê "hêk" pêk tê, ket ber destên xwendevanan. Ev roman bi awayekî ne-yekxêz sînorên navbera xeyal û rastiyê radike û xwendevanan bi rêya sembolên kûr ên wekî bêhn, sî û tirsên destpêkê dibe nav hûrguliyên herî nepen ên zaroktiyê.

Ev berhema wêjeyî ezmûneke vêgêranê ye ku ji neh beşan pêk tê, ango ji neh “hêk”ên ku her yek bi serê xwe wekî çîrokekê dixuye lê di paşxaneya wan de jî tayekî nepen û veşirtî heye ku hemûyan bi hev ve girê dide û wan diajo heman binemal û kaniyê. Bi rêya vê ristina wêjeyî, nivîskar dihêle ku rastî û xewn tev li hev bibin û hûrguliyên zaroktiyê di pirsên hişmendiya destpêkê werbibin.

Ev berhem zaroktiyê wekî xala pêşîn destnîşan dike, ne wekî qonaxeke bêguneh lê wekî cihekî hestyar ku tirsên pêşîn lê rûdidin û pirsên ku heta dawîtirîn qonaxên jiyanê jî vekirî û bêbersiv dimînin. Di vê çarçoveyê de, hêmanên hêsan wekî jimartin, bêhn û sî dibin amûrên vegêranê yên ku di xwe de pîvanên sembolîk ên kûr hildigirin.

Ev roman çîrokeke rasterast û yekxêz naşopîne lê belê xwe dispêre dubarekirin û herikîna gav bi gav a ku dihêle çîrok hêdî hêdî û jixweber eşkere bibe; her wiha û li şûna ku rasterast çîrokê radestî xwendevan bike, xwendevan bi xwe re dibe û dike şîrovekar û vegêrê çîrokê.

"Pașîva Marê Sîrê" ne ew berhem e ku wiha zûzûka were xwendin, belam divê ku xwîner bi bêhnfirehî û baldariyeke cihêwaz di nava hûrguliyên wê de noq bibe.

Ev berhem ji 99 rûpelan pêk tê. Helbestkar û wergêr Yeqîn H. edît û revîzekirina berhemê kiriye û berg-rûpelsazî jî ji hêla Mîran Ehmed ve hatiye kirin, ku ew bi xwe jî nivîskar û dîzayner e.

Jiyanname:

Ciwan Qado, helbestkar, nivîskar û wergêr e. 

Li sala 1980ê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Li Şamê, li beşa Zanyariyên Derûnî ya Zanîngeha Perwerdehiyê xwendiye. Ji dawiya 2010ê ve li Almanyayê dijî.

Pênc berhemên wî yên helbestan hene:

- Marên Kor, Şam, 2003 (bi dizî!)

- Bi dizî min di dilê xwe de stira, Şam, 2008 

- Çavê ji xewê dereng mayî, Qamişlo, 2018, Weşanxaneya Hinarê

- Çûkan zimanê min xwar, Kobanî, 2020 Weşanxaneya Avayê

* Ne xema zendikên min e, London, 2024, Weşanxaneya Raminayê

Roman:

- Paşîva Marê Sîrê, Îzmîr, 2026, Weşanxaneya NAyê

Wergerên ji zimanê Erebî:

•        Berî sî û pênc gulistanan - Fewaz Qadirî (Helbest) 2024, Weşanxaneya Raminayê

•        Serdanvanên şevê - Mahir Cimo (Helbest) 2025, Weşanxaneya Raminayê