Ajalvan: îsal buhayê qurbanan li gorî sala borî zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbuna Cejna Qurbanê liv û tevgera bazara goştê qurbanê jî dest pê kir. Yekîtiya xwedîkirina bizin û pezan dide zanîn ku tê pêşbînîkirin îsal li gorî sala borî goştê qurbanê navbera %30-%50 zêdetir bibe. Ajalvan didin zanîn ku li Diyarbekirê peydabûna ajalên qurbanê de pirsgirêk nîne ku dê Diyarbekir bo gelek bajarên Rojavayê Tirkiyeyê qurbanan bişîne .

Li aliyekê Cejna Qurbanê nêzîk dibe û li aliyekê jî qeyrana aboriyê û bihabun berdewam e ku tê pêşbînîkirin bihabûn di goştê qurbanê de jî çêbibe. Kîloya goştê qurbanê di cejna qurbanê ya 2025an de navbera 300 û 380 lîreyî de bu ku îsal tê pêşbînîkirin ev bihayê kîloya goştê qurbanê ji 400 lîreyî jî zêdetir bibe. Wek mînak bihaye conegayek 500 kîlo sala borî kêmzêde 175 hezar lîre bu ku îsal ev biha dê ji 200 hezar lîreyî jî zêdetir bibe.

Serokê Yekîtiya Gihînerên Bizin û Pez a Diyarbekirê Abdullah Çetînkaya ji K24ê re got: “Îsal bihayê kîloya goştê qurbanê %30-%40 zêde dibe ku ajalvanî jî her ku diçe kêm dibe, li Diyarbekirê di warê peydakirina goştê qurbanê de pirsgirêk nîne, em dişinin Stenbol û enqereyê jî.”

Nûnerên qada cotkarî û ajalvaniyê jî balê dikêşin ku îsal baranek baş barî û ev jî bu wesîle ku çêrana ajalan baştir bibe ku eger baranek wisa baş nebariya eger hebû ku bihayê qurbanan %100 zêdetir bibûya ku bihabûna niha girêdayî bihabûna sotemeniyê ye û asayî ye.

Serokê Jura Endazyarên Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglu dibêje: “Baran barî bo ajalvaniyê jî baş bu, eger nebariya bihayê qurbanan gelek zêdetir dibu, bihayê êm ji xwe li gorî sala borî %110 zêde bibu û eger ajal bal neçêriyana ji ber bihayê êm dê bihayê qurbanan jî zêde bibuye.”

Li gorî daneye Weqfa Diyaneta Tirkiye sala borî li Diyarbekirê 4 hezar û 25 qurban hatin serjêkirin ku îsal tê pêşbînîkirin ev reqem zêdetir bibe.