"Yekxistina pênaseya gumrikî pêwîstiya wê bi rêkeftin û amadekariyan heye"
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo yekxistina pênase û rênimayên gumrikê, gavan diavêjin. Bi cîbicîkirina sîstema elektronîk a "Asycuda", tê çaverêkirin ku pirsgirêka "du-baciyê" û giranbûna nirxan li ser welatiyan bidawî bibe.
Jêderekî ji Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Herêma Kurdistanê îro 25ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, her çend biryara yekxistina pênase û rênimayên gumrikî hatiye dayîn, lê cîbicîkirina wê bi rêkeftina dawî û temambûna amadekariyên teknîkî ve girêdayî ye.
6 Deriyên Navdewletî dikevin bin sîstema nû
Li gorî agahiyên wî jêderî, ev biryar dê li seranserî 6 deriyên sînorî yên navdewletî yên Herêma Kurdistanê were sepandin. Armanc ji vê pêngavê, nehiştina cudahiyên yasayî û teknîkî ye ku berê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebûn. Herwiha hat diyarkirin ku ji bo serkeftina vê proseyê, pêdivî bi perwerdekirina karmendan û nûnerên kompanyayên bazirganî heye.
Şandeya Kurdistanê diçe Bexdayê
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di daxuyaniyekê de aşkere kir, heftiya bê şandeyeke Kurdistanê dê berê xwe bide Bexdayê. Hemlan diyar kir ku hikûmeta federal daxwaza cîbicîkirina sîstema "Asycuda" li hemû deriyan dike û lijneyên her du aliyan niha kar li ser hûrgiliyên teknîkî dikin.
Sîstema Asycuda çi ye?
Asycuda sîstemeke elektronîk a cîhanî ye ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve ji bo modernîzekirina karên gumrikê hatiye pêşxistin. Armancên sereke yên sîstemê ev in:
- Lezkirina proseyên bazirganî û kêmkirina rûtînê.
- Kêmkirina gendeliyê bi rêya sîstema dîjîtal.
- Zêdekirina dahata dewletê bi rêya kontrolkirina bacan.
Yek ji mezintirîn pirsgirêkên bazirganan di salên borî de, wergirtina bacê li du cihan bû. Kelûpelên ku ji deriyên Kurdistanê re derbas dibûn, li xalên kontrolê yên hundirê Iraqê careke din bac lê dihat birîn. Ev yek dibû sedema giranbûna nirxê kelûpelan li ser milê welatiyan.
Hikûmeta Federal a li Bexdayê tekeziyê li ser yekxistina siyaseta gumrikê li seranserê welat dike. Li beramber vê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser mafên xwe yên destûrî yên di birêvebirina deriyên sînorî de dike, lê di heman demê de amadehiya xwe ji bo cîbicîkirina sîstemê nîşan daye, bi şertê ku ev yek bi rêya saziyên Herêmê ve were kirin.