Çend firokxaneyên Îranê careke din dest bi kar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestana geştên asmanî ji ber rewşa şer, beşek ji firokxaneyên Îranê deriyên xwe vekirin û dest bi geştan kirin. Tê payîn firokxaneyên ku ziyan dîtine, di nav de firokxaneya Urmiyeyê jî, gav bi gav werin sererastkirin.
Mihemed Emîranî ji Kompanyaya Balafirgeh û Geştên Esmanî ya Îranê, îro 25ê Nîsanê ji ajansa fermî ya "IRNA"yê re ragihand, li gelek parêzgehan geştên asmanî careke din dest pê kirine.
Firokexaneyên ku bi temamî hatine vekirin
Emîranî diyar kir, di vê qonaxê de firokxaneyên parêzgehên Meşhed, Zahîdan, Kerman, Yezd û Bîrcend bi awayekî asayî dest bi kar kirine.
Li gorî daxuyaniyê, li çendîn firokxaneyên din yên li Tewrêz, Kirmaşan, Ehwaz, Urmiye, Îlam, Abadan, Îsfehan, Şîraz, Reşt û firokxaneya Mehrabad a li Tehranê ji ber sedemên teknîkî û ewlehiyê, çalakî bi awayekî sînordar dest pê kirine.
Hat destnîşankirin ku firokxaneyên wekî ya Urmiyeyê li Rojhilatê Kurdistanê, ku di encama şer de ziyan dîtine, dê di qonaxên bê de piştî temambûna karên teknîkî gav bi gav werin amadekirin bo geştên berfirehtir.
Mihemed Emîranî tekez kir, vekirina firokxaneyan bi temamî girêdayî şiyanên teknîkî û parastina ewlehiya geştiyaran e. Herwiha aşkere kir, wan bi hêlên asmanî yên biyanî re dest bi gotûbêjan kiriye da ku rewşa rêyên asmanî zelal bikin û geştên tranzît (navdewletî) ji nû ve rêk bixin.