Di şîvxwarina Trump ligel rojnamevanan de teqe rû da
Navenda Nûçeyan (K24) - Li nav şîvxwarina Serokê Amerîkayê Donald Trump a ligel rojnamevanan de teqe rû da û ji ber xetera ewlehiyê, Trump û berpirsên din ên Amerîkayê bi lez hatin dûrxistin, lê Trump dibêje: "Êrîşker 'gurekî tenê' ye û nabe ev bûyer bi şerê Îranê ve bê girêdan."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi amadebûna cîgirê xwe J.D. Vance, Wezîrê Şer Pete Hegseth û hejmareke din a berpirsên îdara Amerîkayê ligel hejmareke kesatî û rojnavenanên di nav Koçka Spî de li hotêla “Hilton Washington”ê şîvxwarinek amade kiribû.
Lê piştî bîstina dengê guleyan û birîndarbûna polîsekî zêrevaniya wî cihî, Hêza Veşartî ya Amerîkayê û hêzên ewlehiyê Trump, berpirs û mêvanên di hundir de bi lez ji wê hotelê derxistin.
Piştî kontrolkirina rewşê, çavkaniyên ewlehiyê piştrast kir ku Trump, berpirsên din ên îdareya Amerîkayê û hemî amadebûyîyên wê şîvxwarinê bisilamet in.
"Gurekî tenê û nexweşekî derûnî"
Piştî aramkirina rewşê, Trump ew êrîşker wekî "kesekî nexweşê derûnî" bi nav kir û got: "Baweriya min heye ku ew 'gurekî tenê' ye." Bi vê gotinê Trump da zanîn ku êrîşker bi awayekî serbixwe û kitekesî ev kar kiriye û ti aliyek li pişt wî nîne. Herwesa Trump diyar kir ku ti sedemekê nabîne ku bawer bike vê êrîşê peywendî bi şerê Îranê ve hebe.
Êrîşker hat naskirin
Li gorî nûçeya kanala “Fox News”ê, navê wî kesê ku êrîş kiriye Cole Thomas Allen e, ew 31 salî ye û xelkê wîlayeta Kalîforniyayê yeû hatiye girtin. Li gorî zanyarên wê kanalê, di dema teqekirinê de nêzîkî 2600 kesan di hola wê hotêlê de amade bûn.
FBI: Wî dixwest bi çek ve biçe nav holê
Dezgeha FBI ragihand ku wî tometbarî dixwest bi çek ve derbazî nav hola şîvxwarinê bibe, ku Trump, berpirsên din ên Amerîkayê û rojnamevan lê bûn. Herwesa Dozgeriya Giştî ya Amerîkayê jî diyar kir ku ew tometbar dê sibe (Duşem) ji bo pêşberî dadwer bê veguhastin.
Parêzera Amerîkî Jeanine Pirro jî ragihand ku ew êrîşker dê bi tometa "bikaranîna çekên germ", "rûbirûbûna polîsên federal" û "metirsiya li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" bê darizandin.