Çarçoveya Hevahengiyê di dema destûrî ya dawiyê de dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Çarçoveya Hevahengiyê îro Yekşemê civîneke yekalîker li dar dixe, da ku duberekiyên di navbera Sûdanî û Malikî de li ser diyarkirina berbijarê hikûmetê çareser bike. Ev civîn di demekê de ye ku tenê 15 roj ji bo erkdarkirina berbijarê fraksiyona herî mezin li ber Serokkomar hene, û li gorî zanyaran eger alî li ser berbijarekî "hevdengî" li hev nekin, hingê Iraq rûbirûyî valahiyeke nû ya destûrî û qanûnî dibe.

Biryar e ku Çarçoveya Hevahengiyê îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) civîneke çarenivîssaz li dar bixe. Ev civîn piştî wê yekê tê ku di 48 saetên borî de, bizavên wan ji ber duberekiyên navxweyî du caran hatine paşxistin.

Sedema paşxistina wan civînan jî bi duberekî û lihevenekirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî ve girêdayî ye.

Biryar e ku di civîna îro de, serkirdeyên di nav wê çarçoveyê de bi bijardeyên nû vegerin ser maseya danûstandinan, da ku bigihîjin berbijarekî hevdengiyê (tewafuqî) ku piranîya aliyan li ser razî bibin; bi taybetî piştî ku Sûdanî û Malikî nekarîn bigihîjin xaleke hevpar.

Hevkêşeya 8 bi 12: Berbijarê fermî çawa tê diyarkirin?

Di dema borî de gelek nav wekî berbijarên hevdengiyê hatine pêşniyarkirin, wekî Basim Bedrî ku ji aliyê Malikî ve piştgiriya wî dihat kirin, lê ew bizav jî serneketin.

Li gorî peyrewa navxweyî ya Çarçoveya Hevahengiyê, her berbijarek ji bo bibe berbijarê fermî, pêdivîtiya wî bi dengên du li ser sê yên endaman heye; ku dibe 8 deng ji nav 12 dangan. Lê heta niha ne Malikî û ne jî Sûdanî kariye vê rêjeyê bi dest bixin.

Valahiya destûrî û çarenivîsa hikûmetê

Çarçoveya Hevahengiyê mezintirîn hevpeymaniya Şîeyan e li Parlamentoya Iraqê û piştî vekişîna Tevgera Sedr li sala 2022ê hatiye avakirin. Ev hevpeymanî ji gelek partiyên cuda pêk tê û di dema diyarkirina postan de berdewam rûbirûyî hevrikiyên tund ên navxweyî dibe.

Li gorî Destûra Iraqê, piştî hilbijartina Serokkomarê nû yê wî welatî, divê Serokkomar di dema 15 rojan de berbijarê fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike. Lê destûrê amaje bi wê yekê nekiriye ku eger di wê demê de kes nehat erkdarkirin, pêngava piştir a Serokkomar dê çi be.

Li gorî şirovekarên siyasî û pisporên qanûnî, eger di wan 15 rojan de ti kesek ji bo pêkanîna hikûmetê nehat erkdarkirin, Serokkomar dikare li Dadgeha Federal giliyê tomar bike an jî bi rêya parlamentoyê wê pirsgirêkê çareser bike.