PDK şert û daxwazên xwe pêşkêşî Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Melteba Siyasî ya PDKê lîsteya şert, daxwaz û nîgeraniyên xwe yên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê amade kiriye û tekez dike ku vegera wan ji bo Bexdayê girêdayî çareserkirina arêşeyên qanûnî û destûrî ye. Di vê çarçoveyê de, biryar e îro şandeke bilind a serokên fraksiyonên Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ligel fraksiyona PDKê bicive, da ku rêyê li ber bidawîhatina boykota PDKê û vegera wan ji bo civînên parlamentoyê veke.

Çavkaniyeke bilind ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Mekteba Siyasî ya PDKê şert, daxwaz û nîgeraniyên xwe amade kirine û ligel her aliyekî Iraqî ji bo vegera Bexdayê bicive, dê li ser bingeha wan daxwazan danûstandinan bike.

Wê çavkaniyê herwesa got: "Em venekişiyan e, belkî em nîgeran in û em vegeriyane Herêma Kurdistanê. Her gava ku ew nîgeranî nemîne û arêşe bên çareserkirin, wê demê serkirdetiya PDKê dê biryara xwe bide."

Biryar e ku şandeke bilind a serokên fraksiyonên Parlamentoya Iraqê îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) li Hewlêrê serdana fraksiyona PDKê bike. Armanca vê serdanê peydakirina derfeta hevfêmkirinê û vegera parlamenterên PDKê ji bo hola civînên parlamentoyê ye.

Ev tevgera dîplomatîk a di nav Parlamentoya Iraqê de piştî wê yekê tê ku di civîna roja Çarşema borî (22ê Nîsana 2026ê) de, serokatiya parlamentoyê daxwaz ji serokên fraksiyonan kiribû ku komîteyeke hevpar pêk bînin.

Erkê sereke yê wê komîteyê jî ew e ku ligel Fraksiyona PDKê li ser wan asteng û sedeman biaxive yên ku bûne sedema boykotkirina civînên Parlamentoya Iraqê.

Fraksiyona PDKê pêştir di daxuyaniyeke fermî de dabû zanîn ku boykotkirina civînan wekî nerazîbûnekê ye li dijî wan "binpêkirinên destûrî û qanûnî" yên ku di nav parlamentoyê de rû didin, û biryara wan dê heta demeke nediyar berdewam be.