Wezareta Navxwe ji bo biyaniyan biryara "daxistina cezayan" derxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya wan welatiyên biyanî yên ku vîzeya wan bi ser ketiye yan jî pirsgirêka wan a nişîngehê (îqame) heye, biryareke nû ya hêsankariyê derxist. Li gorî biryarê, dê ji sedî 75ê cezayên derengmayînê werin bexşandin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî desthilata ku di Yasaya Jimare 6 a Sala 2009an de jê re hatî dayîn, biryareke taybet ji bo welatiyên biyanî ragihand. Ev biryar wan kesên ku bi fermî û bi vîzeyê hatine Herêma Kurdistanê, lê bi her sedemê nekarîne vîzeya xwe nû bikin an jî dema îqameya wan bi ser ketiye, li xwe digire.
Hûrgiliyên biryarê û daxistina cezayan:
Biryara wezaretê van xalan li xwe digire:
1- Yên ku dixwazin bimînin: Ew welatiyên biyanî yên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê bimînin û îqameya xwe nû bikin, divê di nava 90 rojên karkirinê de, serî li Rêveberiyên Nişîngehê bidin. Di vê heyamê de, dê tenê ji %25 ê tevahiya cezayên wan ên derengmayînê were wergirtin. Ango ji sedî 75ê cezayê wan tê daxistin.
2- Yên ku dixwazin vegerin welatê xwe: Ew biyaniyanên ku dixwazin j Herêma Kurdistanê derkevin û vegerin welatê xwe, ew jî wekî xala yekem dikarin sûdê ji vê daxistina cezayan werbigirin û mora derçûnê li Rêveberiyên Nişîngehê werbigirin.
Ev ferman ji roja derçûna wê ve dikeve warê cibicîkirinê û ji bo 90 rojan karîger e. Wezareta Navxwe hişyarî da ku piştî bidawîbûna vê demê (90 roj), her cure binpêkirina manê dê li gorî Rênimaya Jimare 1 a Sala 2021an were meşandin û hemû ceza (%100) werin wergirtin.
Ev gava Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî hêsankariyekê ji bo welatiyên biyanî tê nirxandin, daku rewşa xwe ya yasayî birêkûpêk bikin.