Îran tevî dorpêçê jî petrola xwe difroşe

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî hewildanên Hêza Deryayî ya Amerîkayê ji bo astengkirin û desteserkirina petrola Îranê, amarên nû nîşan didin ku bireke mezin a petrola vî welatî dorpêça deryayî derbas kiriye û hatiye hinardekirin.

Kompanyaya "TankerTrackers" ku çavdêriya tevgera keştiyên petrolê dike, di raporta xwe ya dawî de aşkere kir, Îranê di benderên xwe de 4 mîlyon û 600 hezar bermîl petrola xav bar kiriye. Li gorî daxuyaniya kompanyayê, ji vê birê 4 mîlyon bermîl karîne dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bikin û bigihîjin bazarên dervayî welat.

Li aliyê din, raport nîşan dide ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê li hemberî van hewildanên Îranê bêdeng nemaye. Hat ragihandin ku Amerîkayê dest danî li ser petrola Îranê ya bi bihayê 380 mîlyon dolarî û ew petrol ber bi axa Amerîkayê ve veguhast.

Herwiha hêzên Amerîkî rê li ber hinardekirina petrola Îranê ya bi bihayê zêdetirî yek mîlyar dolarî girtine û keştiyên petrolê neçar kirine ku vegerin benderên xwe, bi vî awayî nehiştine ku dorpêça deryayî were şikandin.

Ji bo derbaskirina dorpêça giran a Amerîkayê, Îran rêbazên cuda bi kar tîne. Li gorî raportên navdewletî û daneyên kompanyayên "Vortexa" û "TankerTrackers", gelek keştiyên petrolê yên Îranê dema derdikevin deryayê, sîstemên xwe yên çavdêriyê (AIS) vedimirînin. Bi vê taktîkê, keştî xwe ji çavên hêzên Amerîkî û peykan vedişêrin, daku petrola xwe bigihînin kiriyarên xwe.

Amerîka bi mebesta kêmkirina dahata Îranê û rêgirtina li ber fînansekirina bernameyên leşkerî, dorpêçeke tund a deryayî li ser firotina petrola Îranê sepandiye.