Hewlêr û Bexda li ser wergirtina genim li hev nekirin û daxwazek pêşkêşî Sûdanî hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewlêr û Bexda li ser wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li hev nekirin. Hikûmeta Iraqê biryar daye ku îsal rêjeyeke gelekî kêm a genim werbigire, Hewlêr jî vê biryarê wekî "neheqiyeke mezin" pênase dike.
Rêvebera Giştî yê Plandananê di Wezareta Çandiniyê ya Herêna Kurdistanê de, Dr. Zêda Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, danûstandinên wan û Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê bê encam mane.
Bexda tenê %20ê genimê Kurdistanê qebûl dike
Dr. Zêda Mihemed diyar kir, şandeya wan a ji wezaretên Çandinî, Bazirganî û Plandananê pêk dihat, li Bexdayê ligel rayedarên Iraqê civiyan. Diyar kir jî, Bexda îsal tenê amade ye 292 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê werbigire. Ev di demekê de ye ku tê pêşbînîkirin îsal berhemanîna genim li Herêma Kurdistanê bigihîje zêdetirî 1 mîlyon û 500 hezar tonî.
Rêvebera Giştî got: "Me pêşbînî dikir ku Bexda bi kêmî ve 1 mîlyon ton genim ji me werbigire, ji ber ku îsal baraneke pir baş bariye û berhem zêde ye. Salek berê ku wekî sala hişkayiyê hatibû naskirin, Bexdayê 400 hezar ton wergirtibû, lê îsal ku berhem zêdetir e, para me kêm kirine."
Ji bilî kêmkirina birê genim, hikûmeta Iraqê bihayê genim jî daxistiye. Li gorî agahiyan:
- Bihayê îsal: Ji bo her tonek genim 700 hezar dînar hatî diyarkirin.
- Bihayê par: Her tonek genim bi 850 hezar dînarî dihat wergirtin.
Ev daxistina bihayê wekî ziyaneke din a mezin ji bo cotkaran tê nirxandin.
Hewlêrê daxwaz ji Mihemed Şîya Sûdanî kir
Dr. Zêda Mihemed tekez kir, şandeya Herêma Kurdistanê amade nebûye îmzeyê bavêje bin protokola civînê û got: "Em cotkarên xwe dilniya dikin ku em ê hemû hewildanên xwe bikin, daku vê rêjeyê zêde bikin. Ev neheqiyeke mezin e û ti hincetên wê nîn in."
Ji bo çareserkirina vê krîzê, Wezareta Çandiniyê bi nivîseke fermî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye ku vê mijarê bixe rojeva civîna Encûmena Wezîran a Aborî, daku ev biryar were guhertin.
Hikûmeta Iraqê her sal bi hincetên mîna "xwebirêvebirina navxweyî" para Herêma Kurdistanê kêm dike. Ji ber ku sayloyên hikûmetê genimê zêde yê cotkaran wernagerin, cotkar neçar dimînin genimê xwe li bazarên azad bi nirxekî pir erzantir bifroşin. Herwiha pirsgirêka derengmayîna dravê genim jî wekî barekî din li ser milê cotkaran berdewam dike