Mesrûr Barzanî Serokê Komîsyona Vejandina Kelaya Hewlêrê diyar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku Felah Hesen wekî serokê Komîsyona Bilind a Vejandina Kelaya Hewlêrê were raspartin, daku projeyên nûjenkirina vê şûnwarê dîrokî bêtir pêş bikevin.
Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro 27ê 2 Nîsana 26an, posta serokatiya Komîsyona Bilind a Vejandina Kelaya Hewlêrê bi wekalet ji bo Felah Hesen hat nûkirin.
Felah Hesen ku berê jî ev post bi wekalet bi rêve dibir, di heman demê de serokê Fermangeha Rêxistinên Sivîl (NGO) ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Raspartina wî ji bo vê erkê bi armanca pêşxistina projeyên nûjenkirina kelayê û amadekirina wê ji bo pêşwaziya geştiyarên navxweyî û biyanî hat girtin.
Kelaya Hewlêrê yek ji kevntirîn şûnwarên cîhanê ye ku heta niha jiyan tê de berdewam dike û xwedî dîrokeke pir dêrîn e. Ev kela di sala 2014an de ji aliyê UNESCO ve hat xistin nava lîsteya "Kelepûra Cîhanê".
Hikûmet bi rêya vê komîsyonê, nûjenkirina beşên cihê yên kelayê wekî stratejiyekê dimeşîne. Di heyama borî de ji bo vekirina deriyên kelayê li ber geştiyaran, nûjenkirina hemam û mizgefta kelayê gavên giring hatine avêtin.
Armanca sereke ya vê guhertin û raspartina nû ew e ku giringiyeke bêtir bi binesaziya şûnwarî ya Hewlêrê were dayîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze kelayê veguherîne navendeke sereke ya geştiyariyê daku nasnameya dîrokî ya Kurdistanê bêtir li cîhanê bide naskirin û bala geştiyarên biyanî bikişîne ser Herêmê.