Kerkûk.. Avahiyek di dema xebatê de herifî û 21 kes bûn qurban
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber herifîna avahiyekî di dema konkrêtkirinê de, li bajarê Kerkûkê karesateke mirovî rû da. Berdevkê Polîsên Kerkûkê ji bo "Kurdistan24"ê piştrast kir ku heta niha du karkeran canê xwe ji dest daye û 19 kesên din jî birîndar bûne.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) got: “Ew bûyer di dema pêvajoya konkrêtkirina banê avahiyekî de rû daye. Ji ber herifîna ji nişkê ve ya banê wî avahî, hejmareke karkerên ku li wê derê mijûlî kar bûn li bin şûnkavil û çîmentoyê mane.”
Berdevkê Polîsên Kerkûkê di daxuyaniyeke taybet de ji bo "Kurdistan24"ê amara dawiyê ya qurbaniyan eşkere kir û ragihand: "Mixabin di encama herifîna wî avahî de, du karkeran canê xwe ji dest danye, herwesa 19 kesên din jî bi birîndarî ji bin şûnkavilan hatine derxistin û ji bo wergirtina çareseriyê ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin."
Tîmên berevaniya şaristanî û hawarhatinê her ligel qewimîna wê bûyerê gihîştin cihê wê bûyerê û dest bi lêgerîna li qurbaniyên di bin şûnkavilan de kir.
Yek ji karkerên ku ji wê bûyerê rizgar bûye ji Kurdistan24ê re got: "Em nêzîkî 10 heta 12 kesan li ser kar bûn, ji nişkê ve her tişt herifî. Du hevalên me canê xwe ji dest da û 6-7 kesên din jî dest û lingên wan şikestin û birîndar bûn."
Şahidekî din jî rexneyeke tund li awayê avakirina wî avahî girt û got: "Li vê derê tu endazyar nînin ku çavdêriya materyalan bikin. Selametiya karkeran sifr e û tu bîme û garantiyek nîne."
Wî şahidî herwesa bal kişand ser lezkirina di avakirina wî avahî de û got: "Nabe di nava hefteyekê yan 15 rojan de tu dest bi avakirina qatekê bikî; ev ne balafira kaxezê ye ku tu çê dikî, canê mirovan tê de ye."
Berdevkê Polîsên Kerkûkê piştrast kir ku birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine şandin û rewşa tenduristiya hinek ji wan nebaş e. Hêzên ewlehiyê ligel xwediyê wê projeyê û serpereştiyarên kar dest bi lêkolînê kiriye, daku sedemên teknîkî yên li pişt vê herifînê diyar bikin.