Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Asayîşa Silêmaniyê rê neda lijneya Desteya Mafên Mirovan ku serdana Lahûr Şêx Cengî û birayê wî bike. Parêzerên Lahûr dibêjin ku dosya di qonaxa hûrbîniya dadwerî de ye û biryar e ku ji bo Dadgeha Temîzê bê şandin.
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyan û Ragihandinê yê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Silêman Muhsin Sindî îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Zêdetir ji carekê ye ku lijneyeke Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dixwaze serdana girtîgehên Asayîşa Silêmaniyê bike, lê rê li çûna lijneyê tê girtin."
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyan û Ragihandinê yê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan amaje jî da ku, hefteya borî biryar bû serdana Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî bikin, lê ji bo îro hat paşxistin; îro jî careke din rê li çûna lijneyê hat girtin.
Dana Teqîedîn ê Endamê Tîma Parêzerên Lahûr Şêx Cengî jî duhî (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê ragihandibû: "Dadwerê Dadgeha Tawanan a 2ê ya Silêmaniyê dest bi hûrbîniya dosyayê kiriye.”
Navbirî herwesa got: “Eger kêmasiyeke asayî di dosyayê de hebe, dadgeh bi xwe dê sererast bike, lê eger kêmasî cewherî û bingehîn bin, dosya dê careke din ji bo Dadgeha Lêkolînan a Asayîşa Silêmaniyê bê vegerandin, bi merema çareserkirina wan kêmasiyan."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, niha di navbera Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê û dadgehên tawanan de hevahengî û nivîsar hene. Eger diyar bû ku tu kêmasiyên qanûnî di dosyayê de nînin, hingê rêkar dê wesa bin ku dosya bi merema biryara dawiyê ji Dadgeha Temîzê re bê şandin.