Bolton bo K24ê: Agirbest ligel Îranê xelet e, divê şer dest pê bike

John Bolton
John Bolton

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê ragihand ku agirbesta niha ya di navbera Waşinton û Tehranê de xeletiyeke stratejîk e û tenê zextan li ser Îranê kêm dike. Tekez jî kir ku tevî gurzên leşkerî yên giran, hîn armanca sereke ku "guherîna desthilatê" ye pêk nehatiye û Tehran bi niyateke rastîn neçûye di nav danûstandinan de.

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di bernameya "Basi Roj" a Kurdistan24ê de, ku Jîno Mihemed pêşkêş dike, amaje bi şandina şandeke 80 kesî ji aliyê Îranê ve bo Pakistanê kir û got: "Ev nîşana nebûna baweriya navxweyî û nebûna nerîneke yekgirtî li Tehranê ye. Îranî di nav xwe de parve bûne û rênmayiyên wan ên zelal nînin, lewma gera duyê ya danûstandinên Îslamabadê bi ser neket."

"Sîstema Îranê nehatiye guherîn"

Bolton rexne li guherîna armancên şer ji aliyê Donald Trump ve girtin û got: "Trump li destpêkê behsa guherîna desthilatê dikir, lê paşê got ku tenê serkirde hatine guherîn. Rastî ew e ku her çend serkirdeyên nû hatine, lê eynî fikra artêşa Pasdaran heye."

Pêşniyara Bolton: Dorpêça tam û vekirina Tengavê bi hêzê

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku baweriya wî bi Îranê nîne û agirbesta karekî xelet e. Pêşniyar jî kir ku divê Amerîka dîsa dest bi şer bike û bi rêya hêzê Tengava Hurmizê veke û dorpêçeke tam bixe ser hinardekirina petrola Îranê.

Bi baweriya Bolton, Trump niha di bin zextên navxweyî û aborî de ye, xasma jî ku hilbijartinên nîva gera Kongirêsê li Mijdara îsal tên kirin. trump ditirse ku şer bibe sedema kêmbûna dengên Komariyan, lewma berê wî li wê yekê ye ku dest bi şer neke û zêdetir ber bi dîplomasiyê ve diçe.

Zirarên Îranê û Helwesta Hevpeymanan

Bolton destnîşan jî kir ku ji ber qutkirina înternetê û nebûna çapemeniya azad, qebareya rastîn a zirarên Îranê nayê zanîn, lê diyar e ku jêrxaneya enerjiyê, bernameya atomî û hêzên wan ên bejayî, asmanî û deryayî derbên mezin xwarine. Haydarî jîda: "Heke desthilat neyê guherîn, Îran dê paşê bi dahata xwe her tiştî ji nû ve ava bike."

Bolton red jî kir ku Benjamin Netanyahu Trump ji bo vî şerî razî kiribe û got: "Trump bi xwe dest bi vî şerî kir û ew bi xwe jî dê bi dawî bîne. Netanyahu di gera yekê ya Serokatiya Trump de jî gelek bizav kiribû lê Trump razî nebûbû.”

Bolton sedema piştgirînekirina welatên NATOyê û welatiyan Amerîkayê ji bo vî şerî jî ji bo wê yekê vegerand ku, “Trump berî şer şêwir ligel hevpeymanên xwe nekir û sedema gefên Îranê ji wan re zelal nekir, belkî piştî destpêkirina êrîşan dest bi behskirina wan kir.”

Herwesa biryar e ku Serok Trump îro ligel tîma ewlehiya neteweyî li "Odeya Operasyonan" bicive ji bo yekalîkirina pêngavên bê, ku Bolton ev civîn wekî "demeke yekalîker" bi nav kir.