Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Elî Zeydî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku bi rengekî fermî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin. Piştî vekişandina Nûrî Malîkî, Çarçoveya Hevahengiyê li ser Zeydî lihev kir û tê çaverêkirin ku di nava mehekê de kabîneya xwe ya ji 22 wezîran pêkhatî pêşkêşî parlamentoyê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê hatiye berbijarkirin û raspardin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Em pîrozbahiyê li birayê rêzdar Elî Zeydî dikin, ji ber berbijarkirin û erkdarkirina wî ji bo posta Serokê Encûmena Wezîran. Ez hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya giştgir de ji bo wî dixwazim."
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan jî kir ku erkê hikûmeta nû ye "bersivdera daxwazên gelê Iraqê li seranserî welat be û ji bo bihêzkirina tenahî û avedadankirinê kar bike." Tekez jî kir: “Em piştgiriya xwe ji bo cenabê wî karkirina xwe ligel wî ji bo paşerojeke baştir ji bo hemî Iraqiyan radigihînin.”
Yekalîkirina berbijar û vekişandina Malîkî
Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên civîna êvariya duhî Duşemê ya li Koçka Serokatiya Hikûmetê li Bexdayê belav kirin. Li gorî wê daxuyaniyê, di wê civînê de ku girêdayî yekalîkirina berbijarê nû yê posta Serokwezîrê Iraqê bû, aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de biryar da ku baweriyê ji Nûrî Malîkî wekî berbijarê wê postê werbigirin. Ev pêngav wekî destpêka derbazkirina "xetimîna siyasî" ya niha ya Iraqê tê nirxandin.
Raspardina fermî û dema pêkanîna kabîneya nû
Di pareke din a daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê de, piştî nirxandina navên berbijaran, aliyên Şîî li ser berbijarkirina Elî Zeydî ji bo posta Serokwezîrtiyê lihev kir.
Çarçoveya Hevahengiyê her şevêdî bi amadebûna her çar serokatiyên Iraqê civîneke din a berfireh kir û Elî Zeydî bi rengekî fermî ji aliyê Serokkomar ve ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hat erkdarkirin.
Li gorî qanûn û rênmayan, divê Elî Zeydî di navbera 15 heta 30 rojên bê de kabîneya xwe ya ku ji 22 wezîran pêk tê pêşkêşî civîna asayî ya Parlamentoya Iraqê bike daku deng li ser bê dan û baweriyê werbigirin.