Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in pêkanîna hikûmetê zêdetir neyê paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: “Em hema ji piştî hilbijartinên parlamentoyê ve dixwazin di zûtirîn dem de kabîneya nû ya hikûmetê bê pêkanîn û em hêvîdar in ku ev mijar zêdetir neyê paşxistin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) ligel hejmarek ji veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka civînê de kurtiyek li ser guherîn û pêşveçûnên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hêvî xwest ku, bibe sedema destpêkirina serdemeke nû ji aştî û tenahiyê li Iraqê û çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûr û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya federal a Herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî li ser pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amaje bi wê yekê da: “Me her ji piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz dikir ku di zûtirîn dem de kabîneya nû bê pêkanîn û em hêvîdar in ku ev mijar zêdetir neyê paşxistin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya veberhênerên Kurdistanê û sektora taybet jî kir, ku roleke pir giring di piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina aborî û bizava bazirganî de lîstiye.
Di dawiya wê civînê de, gelek rasparde û pêşniyar ji bo rûbirûbûna astengî û arêşeyên girêdayî tevgera aborî û bazirganî hatin pêşkêşkirin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bersiva nerîn û têbînî û pirsên kesên amadebûyî da.